​​​​​​​HRE: 12 çete hatin kuştin û 9 jî birînda bûn

HRE`yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li Efrîn û Babê yên dagirkirî li dijî dagirkeran rêzeçalakî lidarxistine. Di encamê de 12 çete hatine kuştin û 9 çete jî birîndar bûne.

​​​​​​​HRE: 12 çete hatin kuştin û 9 jî birînda bûn
22 tîrmeh, 2021   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê bi ragihand ku hêzên wan li dijî nêzîkatiyên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gorên şehîdên Efrînê, di navbera 16 û 19`ê Tîrmehê de, li Efrîn û Babê rêzeçalakiyên bibandor li dar xistine.

Daxuyaniya HRE`yê wiha ye:

"Di roja 16`ê Tîrmehê de, li gundê Elemdara ya navçeya Raco, ji aliyê yekîneya Şehîd Avesta ve çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.

Di roja 18`ê Tîrmehê de, li bajarê Efrînê, li taxa Vêlat, çalakiyek sabotajê hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de erebeyek hat teqandin, 2 çete jî birîndar bûn.

Di roja 19`ê Tîrmehê de, li herêma Babê li hember çeteyên dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 erebeyên bi doçka hatin îmhakirin û bi qasî ku hat zelalkirin, 7 çete hatin kuştin, 5 çete jî birîndar bûn. Di heman rojê de, li gundê Kilcibrîn ya navçeya Ezazê, di encama çalakiyekê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Di wan çalakiyan de bi giştî; 12 çete hatin kuştin, 9 çete jî birîndar bûn.

Ev çalakî ji bo tolhildana nêzikatiyên dermirovî ya dewleta Tirk a dagirker ku li hember şehîdgeheke Efrînê, hatin lidarxistin."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NN3rSMrDdDY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>