Ferhad Şamî: Hin alî bi zanabûn li dijî hêzên me propogandayên reş dikin

Gerînendeyê navenda ragihandinê ya QSD`ê ragihand ku hêzên QSD`ê li Hesekê "Şaneyek terorîst a xeternak" ji hev xistiye û destnîşan kir ku li dijî hêzên wan propogandayên reşkirinê tên kirin.

Ferhad Şamî: Hin alî bi zanabûn li dijî hêzên me propogandayên reş dikin
22 tîrmeh, 2021   07:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Ferhad Şamî daxuyaniyek li ser rûpela xwe ya fermî ya facebookê weşand û piştrast kir ku hin aliyên ku ji operasyonên DAIŞ`ê yên li dijî gelê herêmê sûdê werdigirin, li dijî hêzên me ku di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de roleke baş lîstine, bi awayekî zanabûn propogandayên reş dikin.

Şamî got Hêzên Sûriya Dêmokratîk (QSD), bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî li dijî "Şaneyeke terorîst a xeternak" li rojhilatê bajarê Hesekê operasyonek ewlehiyê pêk anî û ew şane ji hev xist. Şamî diyar kir ku wê têkildarî operasyonê û encamên wê daxuyaniyekê bidin.

(dx)

ANHA