Şêniyên Herêma Cizîrê: Serkeftin ya me ye

Şêniyên Herêma Cizîrê ku beşdarî şahiya 19`ê Tîrmehê bûne, kêfxwşiya xwe anîn ziman û gotin:"Şoreşa 19`ê Tîrmehê ne tenê ji bo Rojava ji bo hemû Kurdan rojeke dîrokî ye."

Şêniyên Herêma Cizîrê: Serkeftin ya me ye
21 tîrmeh, 2021   06:45
QAMIŞLO – ZINAR YILDIZ

Pîrozbahiya Salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi tevlêbûna hezaran şenîyên Kantona Cizîrê duh li Stada 12`ê Adarê ya li Bajarê Qamişlo hate li dar xistin. Di pîrozbahiyê de xelkê herêma Cizîrê peyama xwedîderketina li şoreşê û avakirina yekitiya neteweyî da.

Beşdarvanên pîrozbahiyê hest û nêrînên xwe yên di derbarê şoreşa Rojava de bi ajansa me re parve kirin. Beşdarvanan di peyamên xwe de anîn ziman ku roja 19`ê Tîrmehê ne tenê ji bo Rojava ji bo hemû Kurdan rojeke girîng e. Lewma divê gelê Kurd xwedî li Şoreşa 19`ê Tîrmehê derkeve, ji ber ku 19`ê Tîrmehê ji bo Kurdan bûye sembola azadî, berxwedan û serhildanê.

Şêniyan got, heviya wan ew e ku di salên pêş de pîrozbahiyên xwe di nava yekîtiyekê de û bi rêberê xwe, Rêber Apo re pîroz bikin.

Hin hevdîtinên ku me pêkanîne wiha ne:  

Ehmed Mecîd:

“19`ê Tîrmehê ji bo Rojava û hemû Kurdîstanê rojeke dîrokî ye. Ji ber ku rêber Apo cara yekem hate Kobanê, ew xerza (şitil) yekem ku li Kobanê çandiye îro bûye tîreja azadiyê li ezmanên rojava û belav bûye.

Li ser şoreşê gelek gavên mezin hatin avetin û peşketinên mezin çêbûn. Îro hemû cîhan li ser wateya 19`ê Tîrmehê radiweste. Wateya wê ji bo Kurdan çiqas kûr, mezin û dîrokî ye ji bo hemû cîhanê jî wisa ye. 19`ê Tîrmehê li rojava li ser esasî neteweya demokratîk û biratiya gelan ava bû. Em vê rojê weke rojeke dîrokî û azadiyê dibînin.

Em hevî dikin ku 19`ê Tîrmehê bibe roja vegerandina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Em li benda vê rojê ne û ji Rêxistina xwe bawer in.

Dewleta Tirk li çiyayên azad, bi hemû teknîkên xwe, bi hemû awayên ne mirovane erîşan pêk tîne, lê nikare serbikeve. Em bi exlaq, bawerî û wijdanê xwe ji bo azadiye kar dikin, serkeftin wê bibe para me.”

Hediye Ebdo:

“Em 19`ê Tîrmehê di serî de li rêber Apo, li dayîk û bavên şehîdên ku bûne sembolên cîhanê û li gerîlayên ku li çiyayên azad ber xwe didin, pîroz dikin.

Em îro pir kêfxweş in, di roja 19`ê Tîrmehê de em azadiyê dibînin. 19`ê Tîrmehê roja berxwedan, azadî û serhildanê ye. Roja azadiya jinê ye, jin ji aliyê siyasî, leşkerî û civakî ve li ber xwe didin û azadiya xwe bi dest dixin.

Îro rêberê me di nava çar dîwaran de ye. Em dibêjin wê rojek bê û em ê rêberê xwe di nav xwe de bibînin û 19`ê Tîrmehê bi rêberê xwe re pîroz bikin. Gerîlayên ku niha li çiyayan şer dikin wê rojekê werin û bi me re 19`ê Tîrmehê pîroz bikin.”  

Hêvî Şîbo:

“Ez 19`ê Tîrmehê li hemû gelê Kurd û bi taybet li Rêber Apo pîroz dikim.”

Salih Omer:

“Roja 19`ê Tîrmehê roja serkeftin û azadiyê ye. Lewma divê gelê Kurd hemû li ser piyan bin.

Heviya min ji gelê kurd ew e ku divê hemû hest, berxwedan û keda xwe bidin xuyakirin û bi coş vê rojê pêşwazî bikin. Dijminê me îro dikeve pey me û dixwaze me tune bike, divê em jî li ber xwe bidin û li hember dijmin bisekinin.

Rêberek ji nava me derket, îro bi mîlyonan li pey felsefeya rêber Apo dimeşin û li hember dijmin disekinin. Dema em rojên xweş pîroz dikin, divê em rojên xwe yên reş ji bîr nekin. Li pey rojên reş, rojên xweş tên.

Ew rojên xweş, ne ji xweber hatine, em bi saya xwîna lehengên xwe, bi fedekariya şervanên xwe û bi derfetên herî kêm, gihîştin vê asta bilind. Ev asta bilind ji me re rûmetek e.

Şahiya 19`ê Tîrmehê rastî Cejna Qurbanê, ji bo wê gelek malbatên me çûne goristana şehîdan, ger niha ew şehîd şiyar bibana wê bigotana `Herin pîrozbahiya 19`ê Tîrmehê, neyên ser gorên me. Ji ber ku me canê xwe ji bo vê rojê daye.` Lewma ez jî wê serkeftin bibe para me."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KxgIo6dcjg0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>