Xwepêşandanên li Îranê bênavber didomin; kuştî hene

Xwepêşandanên li Îranê û bi taybetî li bajarê El-Ehwazê di roja 6`emîn de dewam dikin. Ji destpêka xwepêşandanan ve 5 xwepêşandêr hatine kuştin.

Xwepêşandanên li Îranê bênavber didomin; kuştî hene
21 tîrmeh, 2021   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh sêşemê li bajarê Êdzic xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin, tê de solganên "bimire Xaminî" hatin avêtin.

Duh hejmara qurbaniyên xwepêşandanên li Îranê rabû 5`an ji wan 4 li Êdzicê bûn.

Hêrsa welatiyên Îranê ji ber qutkirina ava vexwarinê li ser parêzegah Xûzistan, El-Ehwaz û deverên din, zêde dibe.

Xwepêşandan li herêmên cuda yên parêzgeha Xûzistan a başûrê Îranê ku piraniya niştecihên wê Ereb in, nû bûn.

Dîmenên ku çalakvanan ji taxa Sewra ya El-Ehwazê parve kirine, nîşan didin ku hêzên ewlekariyê guleyan li xwepêşandêran direşînin û birîndar çêdibin.

(cx)