'Nabe rêxistinên mirovî bikevin bin bandora siyasetên dijberî gelên herêmê'

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gulistan Atî, kêmkirina ava vexwarinê li ser koçberên Efrînê yên li Şehbayê ji aliyê UNICEF`ê ve şermezar kir û got, divê rêxistinên mirovî siyasetên dijberî gelên herêmê pêk neynin.

'Nabe rêxistinên mirovî bikevin bin bandora siyasetên dijberî gelên herêmê'
21 tîrmeh, 2021   00:46
KOBANÊ

Li aliyekî hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser Şehbayê ferz kiriye û li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê rojane deverên sivîlên kantonê dikin armanc. Li şûna ku civaka navneteweyî li hemberî vê yekê erka xwe ya mirovî pêk bîne, dibe şirîkê dijminahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Aliyekî din ê dijminahî û durûtiya li koçberan de, Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UCICEF) para ava vexwarinê ya ji bo koçberên  li kampên Şehbayê dimînin kêm kir. Mîna vê nêzîkatiyê dewleta Tirk ku ava vexwarinê li ser şêniyên Hesekê qut dike.

Li gel dirêjkirina dema girtina dergehê Til Koçerê û vekirina dergehê Bab El-Hewa ya di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de ye û siyaseta dorpêçkirinê ku hikumeta Şamê li ser herêmê ferz dike, zêdetirî 5 milyon sûrî ji alîkariyên mirovî bê par mane.

`DIVÊ RÊXISTIN NEKEVE BIN BANDORA SIYASETÊN DIJBERÎ GELÊN HERÊMÊ`

Têkildarî mijarê endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gulistan Atî got: “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazên leşkerî, derûnî û manewî şerê şêniyên herêma Şehbayê dike, heman siyasetê li dijî koçberên Efrînê pêk tîne. Hikumeta Şamê jî dorpêçekê li ser herêmê ferz dike, nahêle pêdiviyên pêwîst derbasî herêmê bibin bi şêwazekê ku desteka siyaseta dewleta Tirk dike ku dixwaze herêmên din ên Sûriyê dagir bike.”

Der barê kêmkirina para koçberên Efrînê ya ava vexwarinê de Gulistan got: “UNICEF`ê ku piştgiriya penaberan dike, ava vexwarinê ji bo niştecihên kampên li Şehbayê peyda dikir. Lê niha ji pêkanîna erkên xwe paşde dikişe. Dibêje nikare ava vexwarinê ji penaberan re peyda bike. Di heman demê de dewleta Tirk ava stasyona Elokê li ser Hesekê dibire. Em vê yekê red dikin. Ji ber ku em dizanin ku dewleta Tirk a dagirker dewleteke dijminane û hovane ye. Lê UNICEF rêxistineke mirovî ya xêrxwaziyê ye û nabe vê yekê bike.”

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gulitan Atî di dawiyê de piştrast kir ku nabe rêxistinên mirovî bikevin bin bandora siyasetên dijberî gelên herêmê û hêvî kir ku ev rêxistin bi awayekî durist kar bikin û ava vexwarinê ji penaberan re peyda bikin.

(şx)

ANHA