​​​​​​​Nezîra Gewriyê: Naskirina Rêveberiya Xweser daxwazeke rewa ya pêkhateyên herêmê ye

Nezîra Gewriyê got, naskirina Rêveberiya Xweser daxwazeke rewa ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji lew re divê were naskirin. Her wiha diyar kir ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser dikare li Sûriyê û Rojhilata Navîn were pêkanîn.

​​​​​​​Nezîra Gewriyê: Naskirina Rêveberiya Xweser daxwazeke rewa ya pêkhateyên herêmê ye
21 tîrmeh, 2021   06:14
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê diyar kir ku ruxmî ku gelek civîn li Cinêv, Soçî û Astanayê hatin lidarxistin jî, lê dewletên sponserên aloziya Sûriyê (garantor) heta niha ji bo çareserkirina vê aloziyê negihaştine lihevkirinekê.

Nezîra destnîşan kir ku hebûna hêzên navneteweyî di sêrî de dewleta Tirk a dagirker ku berjewendiyên wê li Sûriyê hene, nahêle çareseriyek ji vê aloziyê re were dîtin û tevlêbûna nûnerên Rêveberiya Xweser di civînên navneteweyî de asteng dike.

Nezîra wiha domand: “Niha Rêveberiya Xweser karûbarên zêdetirî 5 milyon kesî li ser erdnîgariyekê ku ji sedî 35 ji erdnîgariya Sûriyê derbas dike, bi rêve dibe û mafê wê heye ku bi awayekî fermî li ser asta siyasî were naskirin.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê asta ku Rêveberiya Xweser gihaştiyê bi erênî nirxand û got: “Rêveberiya Xweser li ser hemû astan xwe îsbat kir. Li ser asta leşkerî piştî rizgarkirina herêmê ji komên çeteyan, ewlehî peyda kir. Ji aliyê rêvebirinê ve, ruxmî dorpêça ji hemû aliyan ve û şert û mercên ku tê re derbas dibe, hewl dide tevahiya xizmetan ji şêniyên herêmê re pêşkêş bike.”

Nezîra Gewriyê anî ziman ku naskirina Rêveberiya Xweser daxwaza hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha pê de çû: "Ev daxwazeke rewa ye, ji ber ku pêkhateyên wê li hemberî hemû astengî û zehmetiyan li ber xwe dan, pergaleke demokratîk a pirrengî û hevbeş a li ser bingeha hevpeymana civakî ava kirin ku mafên siyasî, çandî û civakî ji hemû pêkhateyan re misoger kir."

Nezîra daxuyand ku Rêveberiya Xweser pergaleke demokratîk e û dikare li Sûriyê û Rojhilata Navîn pêk were û ev li gotinên xwe zêde kir: “Em dibînin ku ew çareseriya herî guncew a aloziyê û bi dawîkirina nakokiyan e.”

Her wiha Nezîra bal kişand ser pêşketina Rêveberiya Xweser li gorî geşedanên li herêmê û wiha lê zêde kir: “Rêveberiya Xweser rêveberiya gel e. Di vê dawiyê de Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi hemû pêkhateyên herêmê re civiyan. Nêrîn û pêşniyarên wan der barê pêşxistina xebatên Rêveberiya Xweser de girtin. Di encama wan civînan de rêzepêşnûme û pêşniyar hatin girtin. Niha xebat tê kirin da ku ev pêşniyar pêk werin. Ji wan gavan a yekemîn jinûve sazkirina hevpyemana civakî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

`HEWL DIDE TÊKILIYÊN SIYASÎ Û DÎPLOMATÎK PÊŞ BIXE`

Nezîra Gewriyê diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji destpêka avabûnê ve hewl dide têkiliyên siyasî û dîplomatîk ên bi gelên din, dewletên navneteweyî û herêmî re pêş bixe û destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de gelek şandeyan serdana Rêveberiya Xweser kir da ku wê ji nêz ve nas bikin.

Nezîra Gewriyê îşaret pê kir ku nêrîna şandeyan erênî bû, hemûyan hevgirtina xurt a di navbera pêkhateyên herêmê de hîs kir.

Li gorî axaftina Nezîra Gewriyê, serdanên şandeyên navneteweyî berdewam in, li derve jî hevdîtin û kongre tên lidarxistin da ku projeya Rêveberiya Xweser were nasandin. Nezîra wiha lê zêde kir: “Em dikarin bêjin ku nêrînên aliyên ku serdana herêmê dikin erênî ne. Ev yek li ser asta çepemeniyê cih girt. Em pê geşbîn in. Em hêvî dikin ku di dema bê de Rêveberiya Xweser were naskirin.”

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê di dawiyê de destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser Kurd, Ereb, Suryan, Çeçen û Turkmenên herêmê kirin yek û muzeyîkeke xweşik a hevgirtinê ava kir. Ji ber wê bang li dewletên herêmî û navneteweyî kir ku hewl bidin aloziya Sûriyê çareser bibe û hemû nûnerên gelê Sûriyê tev li dan û standinan bikin.

(şx)

ANHA