Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirk serdana Efrîn û Ezazê kir

Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirk Suleyman Soylu serdana bajarên Efrîn û Ezaz ên dagirkerî kirin. Ev yek dide diyarkirin ku Tirkiyê êdî herêmên Sûriyê wekî wîlayetên Tirk nîşan dide.

Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirk serdana Efrîn û Ezazê kir
20 tîrmeh, 2021   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Di gavekê de ji bo tesbîtkirina dagirkeriya Tirk û tirkkirina Bakurê Sûriyê de, Wezîrê Karên Hundirên ên Tirk Suleyman Soylu îro serdana Efrîn û Ezazê kirin.

Soylu serdana gerînendeyên ewlehiya giştî û polîsan ên li Efrîn û Ezazê kir.

Ev serdan piştî çend rojan ji êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser goristanên şehîdan ên Efrînê pêk hat ku wekî goreke komî nîşan da.

Her wiha serdana nexweşxaneya Efrînê kir a ku destpêka meha Hezîranê rastî êrişeke bi mûşekan hat. Her wiha rewşa bajar şopand.

Beriya serdana wezîrê Tirk, li bajarên Efrîn û Ezazê tevgereke mezin a ewlehiyê ya çeteyan hebû.

ANHA