​​​​​​​Ji ber ku Kurd e..hikumeta Şamê ew di bin îşkenceyê de kuşt

Şaxê ewlekariya siyasî ya girêdayî hikumeta Şamê piştî du mehan ji revandina wî, ciwanekî Kurd di bin îşkenceyê de kuşt û ji malbata wî xwest ku cenazeyê kurê xwe werbigire.

​​​​​​​Ji ber ku Kurd e..hikumeta Şamê ew di bin îşkenceyê de kuşt
20 tîrmeh, 2021   07:51
 NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanê Kurd “Azad Ebdulqadir Xelîl” ê ji gundê Xulalka yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê yê dagirkirî, sala 1986`an hatiye dinê. Azad Ebdulqadir Xelîl piştî du mehan ji revandina wî di girtîgeha şaxê ewlekariya siyasî ya Helebê ya girêdayî hikumeta Şamê, di bin îşkenceyê de hate kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye li gorî çavkaniyên herêmî ragihand ku piştî bûyerên dawîn ên Minbicê beriya du mehan, hêzên rejîma Sûriyê piştî ku nikarîbûn fitneyê li Minbicê derxe, li ser bendên xwe yên kontrolê yên li Helebê welatiyên Kurd û di nav de ciwanên Kurd binçav kirin. Dema ku “Azad” êvarê ji karê xwe vedigeriya, li bendeke kontrolê ya girêdyaî şaxên ewlekariyê yên rejîma Sûriyê hate binçavkirin.

Heman çavkaniyan daxuyand ku “Azad” ku yekane kurê malbatê ye, ji ber navê xwe bi tawana girêdanbûna neteweyî hatiye binçavkirin. Îro, piştî du mehan ji binçavkirinê, şaxê ewlekariya siyasî ya Helebê malbata “Azad” agahdar kiriye ku cenazeyê kurê xwe ku di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dabû, ji Nexweşxaneya Cemia ya Helebê werbigirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, li bendên kontrolê yên hikumeta Şamê li bajarê Helebê bi tawana girêdanbûna neteweyî zêdetirî 30 ciwanên Kurd hatin revandin. Hinek ji wan piştî ku fidyeyên mezin dan, hatin berdan.

(cx)

ANHA