Îsraîlê bi êrişa duh a li ser gundewarê Helebê çi kir hedef?

Hikumeta Şamê ragihand ku pergalên wan ên parastinê êrişeke Îsraîlê ya li ser herêma Sifîrê ya başûrê gundewarê Helebê têk biriye.

Îsraîlê bi êrişa duh a li ser gundewarê Helebê çi kir hedef?
20 tîrmeh, 2021   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa SANA ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî leşkerî, Duh di Saet 23:37`an de artêşa Îsraîlê êriş bir ser hinek nuqteyên li herêma Sifîrê ya başûr rojhilatê Helebê.

Heman çavkaniyê bi bîr xist ku pergalên parastinê yên hikumeta Şamê êriş têk bir û piraniya moşekan xist xwarê. Niha jî encamên êrişê tên lêkolînkirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) Îsraîlê herêma Çiyayê El-Waha ya nêzî kargehên parastinê yên girêdayî hikumeta Şamê yên li herêma Sifîrê ya gundewarê Helebê kir armanc. Li wê herêmê baregeheke îranî û depoyên cebilxaneyê hene. Di encama wê êrişê de bi temamî wêran bûn û heta niha tu agahî der barê windahiyan de nehatin bidestxistin.

(şx)