Bêrîvan Xalid: Li gorî daxwaznameyeke fermî em hatin Fransayê

Bêrîvan Xalid diyar kir ku şandeya MSD`ê û Rêveberiya Xweser li gorî daxwaznameyeke fermî ji aliyê serokatiya Franasyê ve berê xwe dane Parîsê û got: “Serokê Fransayê piştrast kir ku ew piştgiriyê dide Rêveberiya Xweser.”

Bêrîvan Xalid: Li gorî daxwaznameyeke fermî em hatin Fransayê
20 tîrmeh, 2021   07:59
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Li gorî daxwaznameyeke fermî ji aliyê serokê Fransayê Emmanuel Macron ve şandeyeke Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi serokatiya seroka Meclisa Rêveber Îlham Ehmed û Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Xesan Yusif çûn Fransayê.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid ji ajansa me re axivî û got: “Serokatiya Fransayê bi awayekî fermî daxwaznameyeke serdanê ji bo Rêveberiya Xweser şandiye."

Bêrîvan destnîşan kir ku beriya demekê ev daxwazname ji wan re hatiye rêkirin. Li ser wî bingehî  çûne Fransayê û ev agahî parve kir: “Serokê Fransayê, şêwirmendên serokatiya Fransayê û rayedarên payebilind ên hikumeta Fransayê tev li hevdîtinê bûn.”

Bêrîvan Xalid piştrast kir ku wan di hevdîtinê de geşedanên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di warê siyasî, civakî, ewlehî, aborî û têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de hatine nîqaşkirin û wiha domand: "Serokê Fransayê piştrast kir ku heta ewlehî û istîqrar li Sûriyê û hevahî herêmê pêk tê, ew ê piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin."

Her wiha Bêrîvan Xalid eşkere kir ku serokatiya Fransayê piştrat kir ku ew ê destekadayîna leşkerî û aborî ya ji bo herêmên Rêveberiya Xweser berdewam bikin.

Şandeya MSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 19`ê Tîrmehê bi serokê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

(şx)

ANHA