Li Tebqayê bîranîna 29 şehîdên meha Tîrmehê

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê 29 şehîdên meha Tîrmehê di sal û cihên cuda de şehîd bûbûn, li goristana şehîdan a bajêr bi bîr anîn.

Li Tebqayê bîranîna 29 şehîdên meha Tîrmehê
Li Tebqayê bîranîna 29 şehîdên meha Tîrmehê
Li Tebqayê bîranîna 29 şehîdên meha Tîrmehê
Li Tebqayê bîranîna 29 şehîdên meha Tîrmehê
Li Tebqayê bîranîna 29 şehîdên meha Tîrmehê
Li Tebqayê bîranîna 29 şehîdên meha Tîrmehê
Li Tebqayê bîranîna 29 şehîdên meha Tîrmehê
19 tîrmeh, 2021   20:53
TEBQA

Bi beşdariya malbatên şehîdan û nûnerên ji meclisên leşkerî û sivîl Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê 29 şehîdên li herêm û cihên cuda ku di meha Tîrmehê de şehîd bûbûn li goristana şehîdan a rojavayê bajêr bi bîr anîn. Navên şehîdan wiha ne; Hisên Kobanê, Qusey Hebîb, Sair El-Heson, Ebdulmecîd El-Xelef, Ebdulmecîd El-Hemed, Mehmûd Umer El-Hisên, Hamid Bîlal, Raid El-Ubeyd, Cuma El-Ehmed, Adil El-Hisên, Ebdulhemîd Ebdulqadir, Tariq El-Muhemed, Tariq El-Gedo, Ebdukerîm El-Receb, Hesen Cinêd, Eseed Haşim, Elî El-Mehmûd, Ebdullah El-Mixlac, Nîdal Hikmet, Mihemed Cinêd, Xalid El-Xalidî, Feysel El-Zewad, Elaa Xelîfe, Hesen El-Temir, Husam El-Mehmûd, Mihemed El-Mehmûd, Muhîb Hemaşî, Ebû Nasir û Îbrahîm El-Îsa.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ligel pêxistina mûman li ser gorên şehîdan ji hêla malbatên wan ve dest pê kir.

Dûvre Hevseroka Rêxistinên Civaka Sivîl a Tebqayê Xedîce Dodex axivî û wiha got: "Di oxira parastina rûmeta welatan de van şehîdan canê xwe da. Her wiha divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk hevgirtin bin û yekitiya xwe xurt bikin."

Piştî wê li ser navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Îbrahîm El-Weys wiha got: "Em îro şehîdên meha Tîrmehê bi bîr tînin. Ev ji bo ronîkirina rêya me, meşale û sembola azadiyê ne."

Li aliyekî din jî Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Umer wiha got: "Van şehîdan di oxira jiyana biewle û aram de canê xwe da. Em soza xwe li hember şehîdan ku parastina destkeftiyan wan bikin, dûbare dikin."

Piştî axaftinê sînevîzyonek li ser wêneyên şehîdên meha Tîrmehê hat pêşandan.

Di dawiya merasîma bîranînê de malbatên şehîdan mûm li ser tevahî şehîdên li goristanê pê xistin.

(fr)

ANHA