Şandeya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Macron re civiya

Şandeyeke ji MSD û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serokê komara Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Şandeya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Macron re civiya
19 tîrmeh, 2021   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyek ji seroka desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê Xesan El-Yûsif pêk dihat îro (Duşemê) bi serokkomarê Fransayê Fransayê Emmanuel Macron re civiya.

Li gorî şaneyê, di hevdîtinê de gelek mijar hatin nîqaşkirin, di serî de aloziya Sûriyê, awayên çareserkirineke aştiyane û demokratîk li gorî biryarên navneteweyî ku mafên hemû pêkhateyan misoger bike.

Di heman demê de rewşa îdarî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girîngiya vê modêla demokratîk û encamên wê yên pêşerojê yên di nava Sûriya demokratîk û yekgirtî de hatin nîqaşkirin.

Her wiha rewşa aborî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û encamên ambargoya li ser hatiye ferzkirin û girtina dergehên sînorî hatin nîqaşkirin.

Şandeya bi serok Macron re civiya behsa rewşa ewlehiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û geşedanên dawî yên şerê li dijî DAIŞ`ê kirin.

Çavkanî: Ragihandina Rêveberiya Xweser

(eh)