Pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Qamişloyê dest pê kir

Li Qamişloyê pîrozbahiya salevegera 9'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi diruşma "Bi rihê Şoreşa 19'ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" dest pê kir.

19 tîrmeh, 2021   15:34
QAMIŞLO

Li Stada Şehîdên 12'ê Adarê ya bajarê Qamişloyê pîrozbahiya girseyî ya salvegera 9'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê dest pê kir.

Pîrozbahî ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ve hatiye organîzekirin

Bi hezaran şêniyên herêma Cizîrê ji Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Çerkes bi cil û bergên xwe yên folklorî beşdarî şahiyê bûn.

Qada şahiyê bi pankartên bi nivîsên "Rêveberiya Xweser rêveberiya me ye", "Bijî biratiya gelan", "Ji warê şoreşê bijî berxwedana gerîla", alên Kongreya Star, PYD, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, şehîdên şoreşa 19'ê Tîrmehê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatiye xemilandin.

Ji biçûk, heta ciwan û mezinan diruşên silavkirian şoreşa 19'ê Tîrmehê û şermezarkirina dagirekriya Tirk berz dikin.

Gaziyên şer ku rêber Ocalan wan bi "Şehîdên zindî" bi nav dike, cihekî sereke di şahiyê de girtine.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir.

Li gorî komîteya amadekar a şahiyê wê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, PYD, Kongreya Star û YPJ'ê ve axaftin werin kirin. Piştre dê çalakiyên hunerî werin lidarxistin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sE23bDEEXcM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>