Di nava 24 saetên dawî de 12 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro duşemê 12 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin.

Di nava 24 saetên dawî de 12 kesên din bi koronayê ketin
19 tîrmeh, 2021   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku di 24 saetên dawî de 12 kesên din ( 4 mêr û 8 jin ) bi vîrusa koronayê ketin.

Kesên bi koronayê ketin li van herêman in:

Hesekê 4

Qamişlo 5

Dêrik  1

Kobanê 1

Mistefa got, rewşa 3 kesan baş bûye.

Bi van daneyên dawî hejmara pêkhateyên vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 18 hezar û 594, hejmara miriyan bû 764 û hejmara kesên baş bûne, bû hezar û 888.

ANHA