Li Idlibê di topbarana hêzên hikumeta Şamê de 5 sivîl birîndar bûn

Hêzên hikumeta Şamê îro bajarokekî gundewarê Idlibê bi dijwarî topbaran kir. Di encamê de 5 sivîl birîndar bûn.

Li Idlibê di topbarana hêzên hikumeta Şamê de 5 sivîl birîndar bûn
19 tîrmeh, 2021   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bajarokê Orom El-Coz ê li nêzî bajarê Erîhayê yê başûrê gundewarê Idilbê bi gelek moşekan kir hedef. Di encamê de 5 sivîl birîndar bûn û zirar gihaşt milkên sivîlan.

Hêzên hikumeta Şamê îro bi 100 topan herêmên li Fitîra, Sifohin û Filêfil kirin ku piraniya top li Fitîrayê ketin. Her wiha deverên din li Sehil El-Xal li rojavayê Hemayê topbaran kir.

(şx)