Di encama kemîneke DAIŞ`ê de 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li Çolistaa Palmîrayê ya rojhilatê gundewarê Humsê di kemîneke çeteyên DAIŞ'ê de 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Di encama kemîneke DAIŞ`ê de 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin
19 tîrmeh, 2021   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) li çolistana Palmîrayê (Tedmurê) ya rojhilatê gundewarê Himsê, 4 leşkerên hêzên hikumeta Şamê di gulebarana çeteyên DAIŞ`ê de hatin kuştin.

Ev her çar leşker dema hêzên hikumetê operasyonên lêgerînê li beyareyê çêdikirin, di kemînên çeteyan de hatine kuştin.

Tê destnîşankirin ku hêzên hikumeta Şamê dem demê dibin hedefa çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistanê xwe bi cih kirine. Beriya vê jî otobosên veguhestina hêzên hikumeta Şamê ketin kemînên çeteyên DAIŞ`ê û di encamê de bi dehan leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Ruxmî destekdayîna hewayî ya zêde ji aliyê balafirên Rûsyayê, lê hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê yên Îran û rûs heta niha çeteyên DAIŞ`ê li beyareya Sûriyê bi dawîn nekirin.

(şx)

ANHA