Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi coş li Reqayê hate pîrozkirin

Li Reqayê salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi coş hate pîrozkirin.

Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi coş li Reqayê hate pîrozkirin
18 tîrmeh, 2021   14:32
REQA

Bi wesîleya salvegera 9'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê, şahiyeke navendî li Mezreya Hetîn a rojavayê bajarê Reqayê hate lidarxistin. Girseyeke mezin a şêniyan di nav de saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî yên ji herêmên Reqa, Dêrazor, Minbic û Tebqayê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Reqayê Xalid Berkel axivî, Hêzên Sûriya Demokratîk silav kir û got: "Destpêkê di salvegera 9'emîn a şoreşê de em şehîdên xwe bi bîr tînin, şehîdan rêgez û têgînên klasîkî yên serwer ên ku gel bi rêbazên tund hikum dikirin û gelek pêkhate paşguh dikirin, sererast kir."

Berkel diyar kir ku şoreş hêza xwe ji fikirê neteweya demorkatîk digire, di aloziya Sûriyê de xeta sêyemîn hilbijart û asoyên xilasiya ji aloziyê xêz kir.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid, komîtya amadekar a ku bi vê şahiyê rabûye spas kir  û salvegera 9'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir.

El-Ebid got: "Em bangewazên aştiyê ne, em ne terorîst in mîna ku hin îdia dikin, nîşaneya vê yekê jiyana hevbeş a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Hemdan El-Ebid kiryrên dewleta Tirk, çeteyên Sûrî û hikumeta Şamê yên li dijî herêmê şermezar kirin û banga diyalogên niştimanî aliyên sûrî kir, her wiha bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji bo serxistina Rêveberiya Xweser bixebitin.

Bi navê Kombûna Jinên Zenûbiya, Xûd Îsa jî rola jinan di şoreşê de silav kir û diyar kir ku jinan karîn beşdarî rizgarkirina herêmê bibin.

Xûd Îsa berxwedana QSD'ê silav kir û pensê Rêveberiya Xweser da ku roleke girîng da jinan.

Koma mûzîkê ya Reqayê stranên şoreşgerî û folklorî gotin.

Paşê Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd axivî û wiha got: "Em di Rêveberiya Xweser de bi hemû pêkhateyan yek in" her wiha şehîdên azadiyê yên şoreşê bi bîr anîn.

Sîham Dawud bal kişand ser rola hikumeta Şamê di dirêjkirina temenê aloziyê de û diyar kir ku ji ber siyasetên wê hejmareke mezin xelkê Sûriyê koçber bûn.

Sîham sûcên Tirkiyê yên li herêmê ji qutkirina avê û sûcên wê yên li herêmên dagirkirî, her wiha rola navneteweyî di kûrkirina aloziya Sûriyê û hevkariya wê bi Tirkiyê re, biryara girtina deriyê sînor ê Til Koçerê û vekirina deriyê Bab El-Hewa yê di bin serweriya çeteyan de, di heman demê de rola îtîlafa Sûriyê şermezar kirin.

Piştre koma zarokan a ji Minbicê şanoyeke li ser şehîdan pêşkêş kir.

Bi navê QSD'ê Feysel El-Salim salvegera şoreşê pîroz kir û got: "Em QSD'ê li şûna cîhanê me şerê rêxistina herî tundraw kir, şoreşa Rojava bi hemû wateyên xwe yên bi nirx şoreşa azadiyê ye ya ku zilm û koletiyê qebûl nake."

Di pîrozbahiyê de bi navê ciwanên şoreşger Ehmed El-Cemîlî jî axivî, berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk silav kir û bang li ciwanan kir ku beşdarî Tevgera Ciwanên Şoreşger bibin."

Paşê endamên komîteya amadekar a pîrozbahiyê plaketên spasiyê dan Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, rêveberiyên sivîl ên demorkatîk ên Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazor, Kombûna Jinên Zenûbiya, QSD, Meclisa Malbatên Şehîdan, Gaziyên Şer û Tevgera Ciwanên Şoreşger.

Di dawiya pîrozbahiyê de Hemdan El-Ebid bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku Rêveberiya Xweser nas bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OV2o0wdLt1g" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>