Afram Îshaq banga tevlêbûna pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê kir

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Afram Îshaq bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku beşdarî pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê bibin ku dê sibe saet 17:00'an li Stada Şehîdên 12’yê Adarê ya li Qamişlo were lidarxistin.

Afram Îshaq banga tevlêbûna pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê kir
18 tîrmeh, 2021   14:56
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Di ser çirûska destpêkê ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê re 9 sal derbas bûn û dê sibe bikeve sala xwe ya 10’an. Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi rêya avakirina Rêveberiya Xweser ku tevahî çînên civakê hembêz kirin ku xwe spart projeya neteweya demokratîk û di qadên siyasî, civakî û leşkerî de gelek destkeftî bi dest xistin.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her sal 19’ê Tîrmehê bi derketina li qad û meydanan pîroz dikin. Pîrozbahiya îsal bi diruşma " Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" li dar dikeve.

/ar/uploads/files/2021/07/18/145702_img_0048.webp

Têkildarê vê yekê, Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Afram Îshaq wiha got: "Em li Stada Şehîdan a 12’yê Adarê ne. Ji bo pîrozbahiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku dê sibe li dar keve, amadekarî tên kirin. Şoreşa me ne mîna şoreşên dîtir bû, şoreşa avaker, parastina ewlehî û aramiya şêniyan, misogerkirina mayîn û parastina wan e."

Îshaq da zanîn ku dê sibe bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Stada Şehîdên 12’yê Adarê pîrozbahiya navnedî li dar keve û dê şêniyên ji tevahî bajar û navçeyên Herêma Cizîrê tev lê bibin, her wiha bang li tevahî pêkhateyên ji Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Asur kir beşdarî pîrozbahiyê bibin û got, ev şoreş di encama hevgirtin û kedên tevahî pêkhateyên herêmê de pêk hat.

Afram Îshaq destnîşan kir ku piştî 7 salan ji damezrandina Rêveberiya Xweser ku yek ji destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû, îro tevahî pêkhate bi saya vê destkeftiyê bi aramî û ewlehî dijîn û wiha domand: "Em îro bi saya ked û zendên şêniyên herêmê, di serî de şehîdên ji tevahî pêkhateyan ku canê xwe di oxira jiyana birûmet de daye, dijîn."

Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Afram Îshaq salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em soz didin ku tê tevahî xizmetguharî û mijarên girêdayî gel pêşkêş bikin, li gel wê ewlehî û aramiyê biparêzin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YWXB8pCcCew" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>