​​​​​​​'Zanîngeha Rojava yek ji berhemên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye û gavên binirx avêtine'

Zanîngeha Rojava got:" Zanîngeha Rojava ku yek ji berhemên şoreşa 19`ê Tîrmehê ye û di warê perwerdehî û zanistê de gavên binirx avêtine û diavêje, soza xwe bi şehîdên şoreşê re nû dike ku ew ê şoreşê berdewam bike."

​​​​​​​'Zanîngeha Rojava yek ji berhemên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye û gavên binirx avêtine'
18 tîrmeh, 2021   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Zanîngeha Rojava bi boneya salvegera 9`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin:"Bi boneya 9’emîn salvegera şoreşa demokratîk a 19`ê Tîrmehê, em vê rojê li tevahî malbatên şehîdan, lehengên xwe yên birîndar, hemû pêkhateyên gelê xwe û gelên demokratîk pîroz dikin.

Çirûska ku li Kobanê bi beşdarbûn û pêşengiya jinan û hêzên civakê di 2012`an de dest pê kir  û li seranserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, li seranserê cîhanê deng veda.   

Şoreşa ku encama rêzesiyasetên înkar û tepisandinê bû, her wiha sedema bêparbûna gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyê ji mafên xwe yên rewa di encama kiryarên rejîma Baas de bû.

Ew ji hêla Kurdan ve, di gel hemû pêkhateyên demokratîk hate destpêkirin, da ku nasnameya wan a dîrokî, ku bi dehê salan hatiye desteserkirin, îsbat bike. Şoreşa 19`ê Tîrmehê wekî şoreşa hebûn û nasnameya dîrokî ya hemû pêkhateyên cihêreng li Sûriyê têde hesibandin ber bi bidestxistina mafên wan ên rewa ku bi beşdariya hemû beşên civakî yên li herêma me hatine desteserkirin.

Şoreşa 19ê Tîrmehê îro pêşeroja çareseriya demokratîk li Sûriyê temsîl dike. Zîhniyeta 19`ê Tîrmeh û rêgezên wê yên demokratîk welatparêz û gelerî ne, hêviya gelê Kurd û hemû pêkhateyên cihêreng ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hêzek têr temsîl dike.

Şoreşeke rasteqîne ye ku nûnertiya bingeha guherîna siyasî ya aştîxwaz li Sûriyê dike. Tevî hemû hewildanên berevajîkirina xeta wê ya demokratîk, prensîb û tekoşîna gelê me di vê çerçoveyê de hîn jî bi hêzeke bê hempa berdewam dikin.

Zanîngeha Rojava ku yek ji berhemên şoreşa 19`ê Tîrmehê ye û di warê perwerdehî û zanistê de gavên binirx avêtine û diavêje, soza xwe bi şehîdên şoreşê re nû dike ku ew ê şoreşê berdewam bike û di qada perwerdehî û zanistê de ala zanistê bilind hilgirin û armancên şehîdan pêk bînin.

Li ser vî bingehî em weke zanîngeha Rojava bangewaziya hemû dost û hêzên aştîxwaz û demokratîk yên dunyeyê dikin ku li hember vê şoreşê xwedî helwest bin û piştgirî û destekdayîna xwe nîşan bidin, ji bo statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin."