PYD: Şoreşa 19'ê Tîrmehê wê Rojhilata Navîn ber bi demokrasî û azadiyê ve bibe

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) destnîşan kir ku êdî şoreşa 19'ê Tîrmehê encaman dide û divê êdî şaşitî werin derbaskirin û got:" Şoreşa 19'ê Tîrmehê wê şoreşa Rojhilata Navîn ber bi demokrasî û azadiyê ve bibe. "

PYD: Şoreşa 19'ê Tîrmehê wê Rojhilata Navîn ber bi demokrasî û azadiyê ve bibe
18 tîrmeh, 2021   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya PYD'ê, îro daxuyaniyek nivîskî da, di daxuyaniyê de piştrast kir ku şoreşa 19'ê Tîrmehê, geş bû, mezin bû û êdî berhem dide.

PYD`ê da zanîn ku biryara destpêkirina şoreşa 19'ê Tîrmehê biryareke bi cesaret bû û wekî bersiva daxwazên dîrokî bû ku diviyabû yan jiyaneke azad û bi rûmet an jî radestbûnê hilbijêre. 

`JIYANA AZAD BI DAYÎNA BERDÎLAN PÊK TÊ`

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji valahiyê nehat, lê belê di encama avakirina kesayeta azad, xwedî îrade û tecrûbeya berxwedanê ya bi salan li dijî zulim, zordarî û qirkirinê de hatiye bidestxistin. Ango dirûşma "Berxwedan Jiyan e" ji xwe re esas girtiye. Wekî tê zanîn jiyana azad bê dayîna berdîl û keda ku civekên birêxistinkirî didin, pêk nayê. 

Her wiha hate diyarkirin ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê biryareke bi cesaret bû û li ser bingehê pêdiviyên dîrokî ku yan divê jiyaneke azad û birûmet esas bigire yan jî bi jiyaneke kirêt re rû bi rû bimîne bi û ber bi tunebûnê ve biçe. Ji ber vê yekê lidarxistina şoreşê ji bo gelê bi hesreta azadiyê biryareke dîrokî bû.   

`JINÊ ROLEKE PÊŞENG JI BO SERKÊŞIYA ŞOREŞÊ LÎST`

PYD`ê diyar kir ku biryara baş di dema baş de weke tova di mewsima xwe de tê çandine û wiha dewam kir:" Şoreşa me jî bi vî rengî geş bû, mezin bû heta ku berhemên xwe pêşkêş kir. Hemû pêkhate di nava Rêveberiya Xweser xwedî xweserî û çanda xwe ne. Jin jî roleke pêşeng di serkêşiya şoreşê de li ser esasê pîvanê azadiyê di pêşxistina têkoşîna azadiya jinê de dilîze.  û ji ber vê yekê jî nimûneyeke hate avakirin da ku hemû gelê Sûriya nû li gorî wê tevbigerin û esas bigrin."

`RIZGARKIRINA HERÊMÊN ME YÊN DAGIRKIRÎ ERKEKE PÎROZ A HER KESÎ YE`

PYD`ê destnîşan kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê ne li gorî xwesteka dewletên dijber bû nexasim dewleta Tirk ji ber wê jî hewl da û heta niha jî hewl dide ku projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bibe û wiha domand:"Ji ber vê yekê jî êrişî herêma Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî kir û ew talan kir. Bi hemû rêbazan hewl dide çirûska Şoreşa 19`ê Tîrmehê vemrîne. Rizgarkirina herêmên dagirkirî bûye erkeke mirovahî ji bo mirovekî re ku banga azadî û mirovahiyê dike, da ku ji dewleta Tirk a faşîst werin rizgarkirin."

`HIŞIYARIYÊN JI ŞERÊ TAYBET`

Di dawiyê de PYD`ê gel bi boneya salvegera 9`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna jiyaneke bi rûmet da û bang Ii gel kir ku li hember şerê taybet ku hêzên dijberî gelan pêk tînin hişar bin.

(bx-dx)

ANHA