Komîteya komxebata diyalogan dest bi têkiliyên bi partiyên Başûr re kir

Ekrem Hiso diyar kir ku komîteya ku di encama komxebata hatiye avakirin, bi hêz û partiyên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê re, di nava têkiliyan de ye.

Komîteya komxebata diyalogan dest bi têkiliyên bi partiyên Başûr re kir
18 tîrmeh, 2021   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Komxebata diyalogan ku di 8`ê Tîrmehê de ji aliyê KNK`ê ve bi dirûşmeya (Bi yekitiya neteweyî emê dagirkeran têk bibin û rê li pêşiya birakujiyê bigrin) komîteyek ku ji 7 kesayetên welatparêz û partiyan pêk tê, erkdar kir da ku bi hêzên kurdistanî re li Başûrê Kurdistanê der barê xeteriya êrişên dewleta Tirk û girîngiya yekitiya kurdî û encama komxebata KNK-Rojava, bi wan re nîqaşan bikin.

Ji girîngtirîn encaman, banga hêzên kurdî ku peymana 1982`an di navbera PKK`ê û PDK`ê de pêk bînin û banga diyalogê di navbera hêzên kurdî de, her wiha girtina rê li pêşiya şerê navxweyî.

Endamê Desteya Rêveber a KNK`ê û endamê komîteya ku di encama komxebata diyalogan de hate avakirin Ekrem Hiso diyar kir ku komîte civînan lidar dixe, pêwendiyê bi hêz û partiyên kurdî li Başûrê Kurdistanê dike da da ku amadekariyên serdanê di demeke nêz de bikin.

Lê Hiso naveroka pêwendiyan yan jî aliyên ku pêwendî bi wan re tê kirin, eşkere nekir.

Piraniya partiyên kurdî yên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sendîqe, yekitî, komeleyên çandî, rêxistinên civaka sivîl, oldar, welatparêz, şêxên eşîreyên Kurdî, meclisa rûspiyan tev li komxebata diyalogan bibûn. Tevî vexwendina fermî jî, ENKS`ê tevlî komxebatê nebû.

(bx)

ANHA