Bi mehan e şêniyên herêmê êş û azarên kêmkirina ava Firatê dikişînin

Dewleta Tirk a dagirker ji zêdetirî 5 mehan ve ava çemê Firatê li ser xaka Sûriyê qut kiriye, ji ber vê yekê herêmên Sûriyê li hemberî karesateke rû bi rû ne.

Bi mehan e şêniyên herêmê êş û azarên kêmkirina ava Firatê dikişînin
18 tîrmeh, 2021   07:56
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Ji 27’ê Çileya borî ve dewleta Tirk a dagirker para Sûriyê ji ava çemê Firatê qut kiriye, tenê di saniyekê de kêmî 200 metrekab av ber dide.

Endazyar û cîgirê gerînendeyê bandava Rojava (Tişrîn) Cîhad Beyrem wiha got: "Rêjeya normal a bendava Rojava 325,50 cm, lê rêjeya niha 320,70 cm, ew jî rêjeya herî nizm e û tenê 70 cm maye ku banda bi temamî ji xizmetê derkeve."

Li gorî Beyrem rêjeya avê 4 metre û nîv ji eslê 5 metreyan daketiye.

Têkildarî rêjeya bendava Firatê, Beyrem da zanîn ku rêjeya normal a bendavê 304 e û rêjeya herî nizm 238 e, lê rêjeya bendavê kêmî 298, 50 bûye, anku nêzî 6 metreyan.

Di encama kêmbûna rêjeya ava Firatê de, saetên dayîna kehrebeyê li herêmê kêmtir bûn. Bi wê re bendav tenê rojane 8 saetan dixebite, da ku bendavê bi temamî ji xizmetê dernekeve.

Bendava Rojava ji saet 4’ê êvarê heta saet bi 12’yê şev kehrebeyê dide û bendava Firatê jî tenê 2 saetan dide, ji ber ku turbînek dixebite.

Têkildarî wê, endazyar Cîhad Beyrem wiha dibêje: "Ji eslê 6 turbînan tenê 2 turbîn li bendava Rojava dixebitin. Li bendava Firatê jî ji eslê 8 turbînan 4 turbîn dixebitin. Kapasîteya her turbînekê 105 mega ye."

Beyrem destnîşan kir ku kapasîteya her turbînekê di rêjeya niha de 70 mega di saetê de ye, ji ber turbîn li ser zexta avê dixebite û di encama kêmbûna rêjeya avê de zext pir kêm e.

Li gorî Beyrem ava ku ji hêla Tirkiyê ve tê ber bi bendava Rojava ve tê herikandin, da ku herikîna avê ji hêla Tirkiyê ber bi bendava Rojava ve, da ku depoya yedek an jî alîkar neyê mezextkirin.

Ji ber herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di radeya yekemîn de ji bo avdanê, çandinî û ava vexwarinê xwe dispêre bendava Firatê, lê bi kêmbûna rêjeya ava Firatê re bandoreke mezin dît.

BANDORÊN NEYÊNÎ LI SER GELEK BEŞAN

Di encama kêmbûna rêjeya ava Firatê de, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî zirar dît, ji beşa çandiniyê bigire heta bi sewalvanî û kehrebeyê.

Bi kêmbûna avê re, bîrên nêzî çemê re ziwa bûn, bi wê re zirar gihaşt avdan û çandiniyê li herêmê.

Her wiha îsal bi sedema kêmbûna baranê li herêmê ziwabûnek hebû, ev yek bû sedem ku êma pez buha bibe û pez jî erzan bû.

Ji aliyekî din ve jî, ji ber kêmbûna rêjeya ava Firatê, masîvanî jî zirar dîtiye. Li gorî nîşaneyan di her du bandavan de masî pir kêm bûn. Ew jî ji ber mirina masiyan, di encama ziwabûn û qirêjiya avê de ye.

KARESATA TENDURISTÎ

Ne tenê kêmbûna rêjeya ava Firatê bandor li çandinî û sewalvaniyê kiriye, lê belê bandoreke mezin li ser tenduristiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî kiriye. Di encama qirêjiya ava Firatê de rojane şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jehrî dibin.

Ji ber dewleta Tirk a dagirker ava kanalîsazyonên tenduristiyê bi ser ava çemê Firatê de berdaye û ji ber neherikîna avê û tenê di golan de maye, av pir qirêj bûye û daketiye.

Di vê dawiyê de, Desteya Tenduristiyê ya Kobanê hezar û 664 sivîlên ku ji ber qirêjiya avê jehrî bûne tomar kir, di gel wê jî rojane ji herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê şênî jehrî dikevin.

Endazyar û endamê rêveber ê bendava Rojava Cîhad Beyrem wiha dawî li gotina xwe anî: "Heke rewş wiha berdewam bike, gelê herêmê li beramber karesateke mirovî ye. Divê dewleta Tirk avê wek çekekê li hember gelê herêmê bi kar neyîne. Ji ber qutkirina ava Firatê mijarekî mirovî ye, nabe ku ji bo berjewendiyên siyasî were bikaranîn."

Tevî gelek bangên rêxistinên navneteweyî ya berdana ava Firatê û nebikaranîna wê wek çekekê li hember gelê herêmê, lê hîna jî dewleta Tirk ava qut kiriye û dijminahiya gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digel bêdengiya navnetweyî û cîhanê dike.

(fr)

ANHA