Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Cenazeyên qurbaniyan biparêzin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê bang li rêxistinên herêmî û navneteweyî kir ku destwerdanê bikin da ku cenazeyên qurbaniyên êrişên dewleta Tirk li ser Efrînê biparêze û bêhurmetiyê goristanan nekin. Her wiha got dîrok dê bibe şahida komkujî û sûcên dewleta Tirk.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Cenazeyên qurbaniyan biparêzin
17 tîrmeh, 2021   14:23
ŞEHBA

Têkildar binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li goristanên Efrînê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li kampa Serdem a li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê bi zimanê erebî û inglîzî ji aliyê Heyhan Elî û Hesen Hesen ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tişta ku dewleta Tirk û çeteyên wê dikin ne tiştekî nû ye û beriya niha 3 goristan li herêma Efrînê xirab kirin.

Her wiha hate gotin  ku bi vê yekê dewleta Tirk pîvan, qanûn û peymana Cinêvê ya 1949`an bin pê dike.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Ji ber ku em rêxistineke hiqûqî ne, dema êrişên li ser bajarê Efrînê em li vir bû û me sûc û binpêkirinên hêzên dewleta Tirk û komên çekdar ên Sûriyê yên girêdayî wê belge kirin. Van hêzan gelek komkujî li dijî şêniyên herêma Efrînê pêk anîn, di encamê de bi sedan sivîl bûne qurbanî. Li gorî bîlançoyên Rêxistina Heyva Sor a Kurd û Rêvebriya Nexweşxaneya Avrîn ku wê demê didan ragihandin, her wiha di hevdîtinên me yên gelek malbatên qurbaniyên sivîl re, piştrast bû ku di wê demê de anku beriya dagirkirina bajarê Efrînê bi çend rojan di encamên êrişên rasterast ên li ser navenda bajar ambulansên giştî û erebeyên taybet nedikarîn bi serbestî tevbigerin, ji ber vê yekê rêveberiya nexweşxaneyê û Rêxistina Heyva Sor a Kurd û hin malabatên qurbaniyan neçar man ku cenazeyên qurbaniyên xwe bi lez li goristanên bajar û di nava avahiyên nêzî nexweşxaneyê veşêrin. Ev cenaze bi nav in û li gel rêveberiya nexweşxaneya û Heyva Sor a Kurd belgekirî ne, cenaze yên sivîl, leşker û zarokên herêma Efrînê ne."

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriyê di daxuyaniya xwe de got dîrok dê bibe şahida komkujî û sûcên dewleta Tirk û bang li rêxistinên navneteweyî û herêmê kir ku "Destwerdanê bikin, da ku aqubeta girtiyên di girtîgehên dagirkeriyê Tirk de were eşkerekirin, cenazeyên qurbaniyan êrişên dagirekriya Tirk ên li ser herêma Efrînê werin parastin, bêhurmetiyê li goran neyê kirin. Her wiha komîte û tîmeke tibî girêdayî Neteweyên Yekbûyî bişînin da ku rastiyan eşkere bike. "

 (bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zvq2-qodn6c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>