Di encama êrişên hêzên hikumeta Şamê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Di encama hedefgirtina hêzên hikumeta Şamê, gundê Serjê ya gundewarê başûrê Idlibê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Di encama êrişên hêzên hikumeta Şamê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da
17 tîrmeh, 2021   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku hêzên hikumeta Şamê îro herêmên Serjê li gundewarê başûrê Idlibê bi moşekeke rûsî hedef giritn. Di encamê de 5 sivîl, di nav de jinek û sê zarokan, jiyana xwe ji dest da.

SOHR`ê diyar kir ku dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe ji ber hin kes di bin enqazên şer de asê mane û rizgarkirina wan ji aliyê tîma rizgarkirinê ve, didome.

(dx)