Komxebata diyalogê ya têkoşîna li dijî kuştina jinan berdewam e

Di beşa yekemîn a komxebata têkoşîna li dijî kuştina jinan de pêwîstiya naskirina rast a olê û nebikaranîna vîna jinan hat piştrastkirin. Her wiha bang li rûspiyan hat kirin ku rûsipiyan hişyar bikin da ku rê li pêşiya bûyerên kuştinê yên bi navê namûsê bigirin.

Komxebata diyalogê ya têkoşîna li dijî kuştina jinan berdewam e
17 tîrmeh, 2021   12:42
QAMIŞLO

Îro, komxebata diyaloga têkoşîna li dijî kuştinan jinan dest pê kir ku bi sponseriya meclisa jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hola Zana ya li Qamişloyê li dar ket. Endamên PYD, rêxistinên civaka sivîl, jin, ol û siyasetmendar û rewşenbîr tev li komxebatê bûn.

/ar/uploads/files/2021/07/17/112258_dsc_0040.webp

Di beşa yekemîn de endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a navçeya Til Temirê, endama Kongreya Islama Demokratîk Gulnaz Mihemed Osman û serokê saziya olî ya navçeya Dirbêsiyê şêx Heysem Ferhan Xelîl axivîn.

 Gulnaz got: “Jin nîvê civakê û nîvê din zayî ye. Parastina mafên wê pêwîstiyeke nîştimanî ya neteweyî ye. Jin wek çîneke civakî du caran ji ber pirsgirêk û aloziyên civakê azaran dikişîne, wek welatiyekê, beşek ji malbatê û çînên gel û careke din ji ber mêrên ku barên wan bi pirsgirêkan û xeman giran bûne.”

Gulnaz piştrast kir ku di civakên paşketî û nezan de gelek qeyd li ser azadiya jinan tên ferzkirin û civak weke pêwîstiya jinê bi parastin û perspektîvan heye lê dinêre.

/ar/uploads/files/2021/07/17/121911_dsc_0011.webp

Gulnaz diyar kir ku ruxmî ku rewşa jinan ji aliyê destûr û qanûnê li cîhanê baş bûye, tevî destkeftiyên ku bi dest xistine, lê dîsa jî jin tê paşguhkirin û mafên xwe bi dest naxe û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Di civakên me de ji ber fedîbûnê yan jî zordestiya birayan, jin ji mîrasê bê par dimîne. Cudahî di navbera teorî û pratîkê de ev e. Ev yek encama mîrasa civakî û naskirina şaş a olê ye.”

Serokê saziya olî ya navçeya Dirbêsiyê şêx Heysem Ferhan Xelîl behsa şîdeta li dijî jinan kir ku bi navê ol û civakê tê kirin û got: “Erê rast e jin di civakên me de rastî şîdetê tên. Şîdet; ew hêza bedenî ye ku li dijî kesekî/ê yan jî ferdek li dijî xwe yan li dijî kesên din bi kar tînê. Tenê ne şîdeta bedenî heye lê belê şîdeta peyvên nexweş û hişk heye ku rojane li dijî jinan tên bikaranîn.”

Xelîl destnîşan kir ku şîdeta li dijî jinan tê kirin, hin caran sedem jin bi xwe ye û ew jî vegerand encama bandora zihniyeta baviksalarî ya li ser jinan ku bi navê urf û adetan pêk tê û ji hezaran salan ve li ser jinan hatine ferzkirin. Xelîl diyar kir ku gelek kes olê bi kar tînin û bi navê wê êrişî jinan dikin.

Şêx Heysem Ferhan Xelîl bal kişand ser sûcên kuştinê yên bi navê sûcên namûsê û got: “Divê rûspî bi êlên xwe re bicivin da ku rê li pêşiya vê diyardeyê bigirin. Metirsiyên wan ên li ser civakê nîqaş bikin û rêya rast nîşanî wan bidin da ku careke din mîna van sûcan pêk neyên.”

Di komxebatê de mudirê Saziya Maşûq a Diyalog, Dilnermî û Nûkirina Olî şêx Murşêd El-Xiznewî û mudira Komxebata Jinên Sûrî ya Islamî Esma Keftaro bi rêya vîdyo axivîn.

Her duyan piştrast kir ku ola islamê ola xwedî nirxên baş û pak e û divê sûcdarên kuştina jinan werin darizandin. Her wiha bang kir ku divê xebat were meşandin da ku civak were hişyarkirin ji bo ku careke din mîna bûyera li Hesekê çênebe.

Di dawiya vê beşê de beşdaran dozên ku hatin nirxandin, gotubêj kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/TRLL6Tl4JDo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>