Meclisên malbatên şehîdan: Di dîrokê de me wekî vê rejîma faşîst nedîtiye

Meclisên malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê sûcên dewleta Tirk û vekirina gorên şehîdan şermezar kir û piştrast kir ku ewê rêya têkoşînê heta rizgarkirina hemû xakên dagirkirî bişopînin û li hember amûra şer a dewleta Tirk bisekinin.

Meclisên malbatên şehîdan: Di dîrokê de me wekî vê rejîma faşîst nedîtiye
Meclisên malbatên şehîdan: Di dîrokê de me wekî vê rejîma faşîst nedîtiye
Meclisên malbatên şehîdan: Di dîrokê de me wekî vê rejîma faşîst nedîtiye
Meclisên malbatên şehîdan: Di dîrokê de me wekî vê rejîma faşîst nedîtiye
17 tîrmeh, 2021   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê , Til Birak, Dirbêsiyê û bajarê Hesekê daxuyaniyên hevbeş dan û têde sûcên dewleta Tirk a faşîst li Efrîna dagirkirî şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de, bal li ser van xalan hate kişandin:" Dewleta Tirk a faşîst bi serkêşiya AKP – MHP`ê û li pêşiya çavên tevahî cîhanê biryarên navneteweyê yên girêdayî mafên mirovan û nirxên madî û manewî binpê dike. Hemû rêbazên qirêj li hember hêviyên gelê me ber bi avakirina welatekî ku û her kes bi nasnameya xwe û bi rûmet bijî, bikar tîne.

Me di dîrokê de tu rejîm wekî vê rejîma faşîst a qirêj nedîtiye ku gihaştiye asta goristanên şehîdan binpê bike weke ku çawa li goristanên Bakurê Kurdistanê û Serêkaniyê pêk anî, îro careke din van rêbazan li Efrînê pêk tîne.

Em bang li rêxistinên mafên mirovan, civaka sivîl, hezkiriyên demokratîk, aştî û dostên gelên bindest li cîhanê dikin ku destwerdanê bikin û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên Sûriyê, rawestîne. Em ê têkoşîna xwe li pey ala şehîdan û rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin, heta ku em tevahî xakên dagirkirî destpêkê ji Efrînê heta Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin.

Bi hezeran malbatên şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan, her wiha azadîxwaz û têkoşerên ji gelê me bi hemû rêbazan û hemû hêza xwe em ê li hember amûre şer a qirêj a dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin û emê siyaseta wê ya qirêj ji tevahî cîhanê re, eşkere bikin."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t9pQXQMiwiA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>