Şêniyên Minbicê 2 şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê oxir kirin

Şêniyên bajarê Minbicê bi merasîmekê şehîd Îbrahîm Edhem El-Mihemed û Xalid Mehmûd Ebdullah, oxir kirin.

Şêniyên Minbicê 2 şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê oxir kirin
17 tîrmeh, 2021   11:33
MINBIC

Bi beşdarbûna bi dehan şêniyên Minbicê, li goristana şehîdan a li başûrê bajêr merasîma oxirkirinê pêk hat.

Li goristana şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Minbicê toranek leşkerî lidar xist. Piştre berdevkê fermî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Şervan Derwîş got: "Van şehîdan tiştên xwe yên herî giranbuha ji bo ewlehiya vî welatî û azadiya vî gelî, feda kirin."

Piştre, Hevserokê Meclisa Malbatên şehîdan li Minbicê, Rebî Iz El-Dîn got:" Şehîdan em fêr kirin ku çawa jiyaneke bi rûmet bijîn û bi rûmet bimirin."

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê, Mihemed Elî El-Ebû li ser navê rêveberiyê axivî û hemû şehîd bibîr anîn.

Piştî axaftin bidawî bûn, wesîqeta her du şehîdan ji aliyê Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan, Mihemed El-Şêx ve hat xwendin û radestî malbata şehîdan hate kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Îbrahîm Edhem El-Mihemed duh di encama hedefgirtina dewleta Tirk gundê Ewn El-Dadat a bakurê Minbicê şehîd bû, her wiha Xalid Mehmûd El-Ebdullah dema ku erka xwe ya leşkerî bicih dianî, di encama qezayeke trafîkê de şehîd bû.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ANxRZP5Q0NA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>