​​​​​​​MSD`ê bang li dewleta Tirk kir: Siyaseta xwe ya dijminane rawestîne

Meclisa Sûriya Demokratîk bang li dewleta Tirk kir ku dev ji kiryarên xwe berde û li siyaseta xwe ya dijminane ya li dijî gelê Kurd vegere û cenazeyên şehîdan ku we ji gorên wan derxistine radestî malbatên wan bike.

​​​​​​​MSD`ê bang li dewleta Tirk kir: Siyaseta xwe ya dijminane rawestîne
17 tîrmeh, 2021   11:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) der barê goristana şehîdan de ku dewleta Tirk û çeteyên wê idîa dikin ku goreke komî ye û ji aliyê YPG`ê ve hatine qetilkirin, daxuyaniyek da raya giştî.

Meclisê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku ev îdiayên dewleta Tirk ne rast in û gora ku behsê dike, di rojên dawîn ên êrişên wê de hatiye avakirin û yên şehîdên topbarana hovane ya dewleta Tirk a li ser Efrînê ne.

MSD`ê di daxuyaniyê de bal kişand ser îdiayên polîsa herêmî ya girêdayî dagirkeriya Tirk ya li Efrînê ku goreke komî di nava bajêr de dîtiye û tê de cenazeyên dehan qurbaniyên ku nasnameyên wan ne diyar in û got: “Hêzên dagirker yekser Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi awayekî ne yekser, sûcdar kir. Bi dehan cenaze hatin derxistin. Dezgehên çapemeniyê bi awayekî ku heqaret li rûmeta mirovahiyê were kirin, wêneyên gorê weşandin. Piştî çend saetan jî waliyê Hatayê ragihand ku ew xwedî li wê dozê derdikeve û QSD`ê bi pêkanîna komkujiyan li dijî gelê herêmê û veşartina wan di gorên komî de tawanbar kir. Piştre Wezareta Parastinê ya Tirkiyê bi zanabûn û bi awayekî fermî QSD`ê bi pêkanîna wê komkujiyê tawanbar kir."

Her wiha MSD`ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan ji kêliyên destpêkê ve ev mijar şopandiye û girîngî daye eşkerekirina rastiyê, ji ber wê bi hemû aliyên têkildar re têkilî daniye da vê mijarê nas bike. MSD`ê daxuyand ku piştî çend saetan ji weşandina wê nûçeyê diyar bû ku ev goristan di rojên dawîn ên êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de ava bûye ku wê demê bi armanca dagirkirina bajêr û koçberkirina şêniyên resen û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan hemû cureyên çekan bi kar anîne.

MSD`ê bi bîr xist ku ew ji bûyerê piştrast bûne ku ew gor girêdayî kesên ku di êrişa dewleta Tirk û topbaran wê ya hovane ya li dijî Efrînê de şehîd bûne. Hejmara wan li gorî belgeyên heyî 71 şehîd e di nav de 40 şehîd nasnameyên wan diyar in, jê 5 sivîl in. Her wiha wê demê nasnameya 31 şehîdên ji ber şert û mercên dijwar ên ku tê de şehîd bûne nehatin naskirin.

MSD`ê daxuyaniya xwe wiha domand: “Destpêkê em aliyên têkildar ên ku yekser rastî diyar kirine û bûyerên ku rûdane bi hûrgulî belge kirine spas dikin. Her wiha aliyên ku tawanên li dijî QSD`ê red kirine û helwest li hemberî wan nîşan dane spas dikin.”

MSD`ê ev sûc û reşkirina ku çapemeniya dewleta Tirk û çeteyên wê dimeşîne da ku raya giştî tevlîhev bike şermezar kir û got:"Ew komkujiya ku komên çete bi hevkariya artêşa Tirk pêk anî û di encama wê 71 kes şehîd bûn şermezar dikin. Her wiha rêbazên qirêj ku hikûmeta Tirkiyê bikar tîne da ku destkeftiyên QSD`ê têk bibe û hewldanên wê ku tewanan bixe stûyê QSD`ê, şermezar dikin.

Her wiha em hevkariya di navbera komên bi navê Polîsên Herêmê yên Efrînê, nivîsgeha waliyê Hatayê û wezareta parastinê ya Tirkiyê ku veguherî çavkaniya çapemenî ya ku projeyên çapemenî yên xeternak û ne rast birêve dibe û hemû derfetên xwe xistiye, xizmeta derew û xapandina raya giştî, şermezar dikin."

MSD`ê di dawiyê de bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku dev ji rêbazê dijminahî berde, cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike da ku bi awayekî layîqê wan werin veşartin û got:"Em sersaxî ji malbatên wan re dixwazin. Divê hikumeta Tirkiyê lêborînê ji malbatên şehîdan re bixwaze ku bi gor û cenazeyên wan lîstîne.

Em bang li civaka navneteweyî dikin ku komîteyeke taybet ava bike da ku lêpirsînê di vê dozê de bike, berpirsiyariya xwe li hember binpêkirin û sûcên li dijî mirovahiyê ku ji aliyê komên çete ve yên girêdayî dewleta Tirk ve têne kirin eşkere bike. Her wiha ji bo vegera koçbrên Efrînê û misogeriya ewlehî û aramiya wan têkeve nava xebatê de, mal û milkên hatine talankirin li xwediyê wan werin vegerandin, koçberkirin û guhertina demografîk ku li dijî niştecihên resen têne kirin, werin sekinandin."

(şx-bx)