Biden dê 26`ê Tîrmehê li Koşka Spî El-Kazimî pêşwazî bike

Rayedarekî mezin ê rêveberiya Amerîkayê ragihand ku Joe Biden dê di 26`ê Tîrmehê de li Koşka Spî serokwezîrê iraqî Mistefa El-Kazimî, pêşwazî bike.

Biden dê 26`ê Tîrmehê li Koşka Spî El-Kazimî pêşwazî bike
17 tîrmeh, 2021   07:03
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Kazimî di Hezîranê de piştrast kir ku welatê wî di warê diyaloga li gel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ya têkildarî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê gihaştina qonaxên pêşketî.

Meclisa wezîran jî wê bibîr xistin ku hikumeta Iraqê dan û standinan bi aliyê amerîkî re dike. Ev dan û standin di warê lojistîk de yê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê gihaştine qonaxên pêşketî û dê piştre detayên wê werin ragihandin.

Di vê dawiyê de El-Kazimî destnîşan kir ku welatê wî ji Amerîka û Îranê xwestiye ku ji tesfiyekirina hesabên xwe li Iraqê dûr kevin.

El-Kazimî wiha domand: “Ez di wê baweriyê de me ku em ê karibin ber bi pêvajoya diyalogeke herêmî ve gav bavêjin. Em dixwazin Iraq bibe welatekî ku dikare aloziyan bi awayekî serkeftî çareser dike."

Her wiha El-Kazimî bal kişand ser lihevkirina di navbera Îranê û DYA`ê de û got: “Ev lihevkirin ji bo herêmê gelek girînge  û ez bawer im wê pêk were. Serkeftina dan û standinên Viyanayê dê bi awayekî erênî bandorê li herêmê bi giştî bike û dê rolekê di ewlehiya Iraqê de bilîze.”

(şx)