Rayedareke Pentagonê: Astengiya herî mezin Îran, wekîlên wê û DAIŞ`ê ye

Berpirseke payebilind a Pentagonê got, Îran û destekdayîna wê ji wekîlên wê li herêmê re, her wiha terorîst û rêxistinên radîkal wekî DAIŞ û El-Qaîde, mezintirîn gefên li dijî welatê wê ye.

Rayedareke Pentagonê: Astengiya herî mezin Îran, wekîlên wê û DAIŞ`ê ye
17 tîrmeh, 2021   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgira alîkarê wezîrê parastinê yê Amerîkayê ya karûbarên Rojhilata Navîn Dana Stroll piştrast kir ku astengiya sereke ya li dijî armanc û berjewendiyên Amerîkayê li dewletên cûda yên Rojhilata Navîn, Îran û destekdayîna wê ji terorê re ye.

Dana Stroll ji kenala El-Hurra re anî ziman ku tişta DYA`yê dixwaze koordînasyona bi rêya toreya mezin ji hevalbendiyan re da ku li ser armanc û berjewendiyên hevbeş bixebitin.

Dana Stroll destnîşan kir ku astengiya sereke ji armancên wan re Îran û destekayîna wê ji terorê li tevahî herêmê, avakirina toreyeke ji wekîlên ku ne tenê êrişî hêzên Amerîkayê dikin,  lê belê êrişî hevalbendên wan dikin û gefan li serwerî û aramiya wan dixwe.

Dana Stroll diyar kir ku Washington bi hevalbendên xwe re dixebite da ku derfetên tunekirina terorê xurt bike, derfetên hevalbendên xwe xurt bike da ku karibe li hember terora ku Îran û rêxistinên radîkal û tundiyê destekê dide wan, bisekine.

 (bx)