Foza Yusif: Gelek şerm e em li hemberî kuştina jinan bê çare bin

Foza Yusif destnîşan kir ku eger pirsgirêka azadiyê neyê nîqaşkirin, gelek zehmet e ku jiyaneke azad were avakirin û got: “Gelek şerm e jin were kuştin û em li hemberî vê pirsgirêkê bê care bin."

Foza Yusif: Gelek şerm e em li hemberî kuştina jinan bê çare bin
17 tîrmeh, 2021   11:22
 QAMIŞLO

Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif îro tev li komxebata diyalogê ya bi dirûşma “Li dijî cinayeta li hemberî zayenda jinê tê kirin bisekinin” bû ku bi sponseriya meclisa jinan a PYD`ê li dar ketiye.

Foza Yusif di destpêka komxebatê de axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. Her wiha got: “Em îro di bin sîwana diyardeyeke civakî de dicivin da ku erkên ku divê em pêk bînin nîqaş bikin. Ji ber ku şîdeta li dijî jinan di bin navê urf û adetan de tê kirin, di rastiyê de zihniyeta desthilatê temsîl dike. Ji ber wê divê em ji zihniyeta baviksalarî xilas bibin ku civakê bi giştî kontrol dike.”

Foza wiha domand: “Gelek şerm e jin were kuştin û em jî li hemberî vê yekê bê çare bin. Kesayetên siyasî, saziyên jinan beşeke bingehîn a vê pirsgirêkê ne.”

/kr/uploads/files/2021/07/17/100638_dsc_0040.webp

Foza destnîşan kir ku hemû rêxistinên civaka sivîl îro tev li komxebatê bûne û divê hemû lêborînê ji jinan bixwazin ji ber sûcên li dijî wê tên kirin û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Gelek girîng e em ji xwe pirsên rast pirs bikin. Em çawa dijîn? Divê em çawa jiyana pêşerojê ava bikin? Gelo li ser kijan bingehan? Divê em bersiva van pirsan bibînin ji ber ku şoreşa jinan ji van pirsan dest pê kir.”

Foza rewşa civakê û dozên malbatê bi “Xwekuştina civakî” bi nav kir û got: “Eger pirsgirêka azadiyê neyê nîqaşkirin, avakirina jiyaneke azad zehmet e.”

Foza fedekariyên jinan bi bîr xistin ku di şoreşa 19`ê Tîrmehê de yên ji bo parastina civakê û peydakirina jiyaneke azad û bi rûmet dane.

Foza diyar kir ku civak bi giştî berpirsa sûcên li dijî Hind, Sede, Hevrîn Xelef û zaroka li Hesekê pêk hatine û divê helwesteke ji vê hişktir were nîşandan.

Der barê rêbazên çareseriyê de Foza daxuyand ku ew di avakirina hevjiyana azad de , divê xwe bispêrin nirxandinên rêber Abdullah Ocalan ên der barê wekheviya di navbera jin û mêr de.

Di dawiya gotinên xwe de, Foza behsa rola mezin a oldaran, rûspiyan, rêxistinên mirovî û partiyên siyasî kir ku helwestên cidî li hemberî van sûcan nîşan bidin da ku rê li pêşiya wê were girtin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LLvdh5i-B9E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>