Rejîma Îranê 4 kolber îşkence kirin

Hêzên rejîma Îranê li Kirmaşanê 4 kolber binçavkirin û îşkence li wan kirin. Ji ber îşkenceyê kolberek li ser hişê xwe çû.

Rejîma Îranê 4 kolber îşkence kirin
16 tîrmeh, 2021   14:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, duh hêzên rejîma îranê li ser pira Du Aw ya li herêma Newsud a ser bi Kirmaşanê ve, komek kolber binçavkirine.

Çavkaniyê ragihand ku hêzên rejîmê di dema binçavkirinê de îşkence li kolberên bi navê Xalid Suleymanî, Enwer Muardî û Xelîl Mehmudî kirine. Ev kolberên hatine îşkencekirin, bi giranî birîndar bûne.

Di nûçeyê de tê gotin ku hêzên rejîmê kolberek bi temen jî binçavkirin û îşkence lê kirine. Tê gotin ji ber îşkenceya zêde, kolberê bi temen ku navê wî nehat zanîn, li ser hişê xwe çûye.