Hêzên Efganistanê hewl didin dergeha bi Pakîstanê re vegerînin

Îro hêzên Efganistanê ji bo vegerandina serweriyê li ser dergeha “Sêpîn Boldak” ya sereke bi Pakîstanê re, operasyonek da destpêkirin. Li ser wê yekê di navbera hêzên Efganistanê û endamên tevgera Talîban de şer derket.

Hêzên Efganistanê hewl didin dergeha bi Pakîstanê re vegerînin
16 tîrmeh, 2021   08:49
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Polîsên Wîlayeta Qendehar ya başûrê Efgnistanê Cemal Nasir Berkzay got ku hêzên Efganistanê li dijî endamên Talîban ên xwe spartine malan, şer dike.

Welatiyan teqez kir ku hêzên Efganistanê li sûka sereke ya bajarokê başûrê welêt belav dibin. Şêniyekî ji Sêpîn Boldak ê bi navê Mihemed Dahir jî got “şerekî dijwar heye.”

Tevgera Talîban ji destpêka Gulanê ve êrişeke berfireh daye destpêkirin û di vê hefeteyê de dergeh xistibû bin kontrola xwe.

Ev dergeha sînorî ji bo Talîban di aliyê stratejîk de pir girîng e. Bi rêya dergehê dikare bigihêje herêma Belocistan a Pakîstanê, ku li wê derê ji beriya bi dehan salan ve fermandarên Talîban bi cih dibin, her wiha hejmareke nediyar a endamên ku ji bo şer Efganistanê tên şandin, li wir hene.

(cx)