ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-07-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-07-2021'AN
15 tîrmeh, 2021   23:00

-Meclisa PYD'ê ya Kobanê kongreya xwe ya salane li hola navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Minbicê şervanê hêzên Cebhet El-Ekrad a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Babê şehîd Hisên Elî El-Xelîl oxir dikin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Navçeya Çilaxa şahiyekê biboneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê li qada Geracê li dar dixe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisên malbatên şehîdan ên Tirbespiyê, Girkê Legê û Dêrikê bi daxuyaniyên bêhurmeiya dewleta Tirk a li hemberî gorên li Efrînê şemezar dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ednan Kalo diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê xewnên her mirovekê/î azad bi cih anîn û got: "Tişta ku dihêle Şoreşa Rojava ji şoreşên din cuda be, ew e ku şoreşa gel û jinan e, di heman demê de tevahî pêkhateyan digire nava xwe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dema ku ENKS`ê daxuyaniyan dide ku rewş li herêmên dagirkirî ewle ye hîna malên sivîlan têne talankirin û koçberkirina kurdên mayî jî berdewam e yên mane jî mehane baç didin da ku li malên xwe bimînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina UNCEF miqdarê ava ku ji koçberên Efrînê re dihat pêşkêşkirin kêm kir û koçberan diyar kir ku ev yek bi hevkariya hikumeta Şamê pêk tê ku ambargo li ser Şehbayê ferz dike, têkildarî vê yekê Desteya Şaredariyan bang li rêxistinê kir ku ji çarçoveya xebata xwe ya mirovî dernekeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hisên El-Ezam diyar kir ku de heke civaka navneteweyî Rêveberiya Xweser nas kir dê encamên erênî ji tevahî sûriyan re bi xwe bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemdan El-Ebid got dewleta Tirk ji şandina çeteyên Sûriyê ber bi Efganistanê ve ne tenê parastina balafirgeha Kabulê armanc dike, lê belê armanc razîkirina Amerîkayê û tunekirina çeteyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîr û siyasetmedaran daxuyand ku projeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan, ji bo aloziyên bi girêk ên Rojhilata Navîn çareseriyeke startejîk e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed diyar kir ku divê careke din biryara Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya der barê girtina dergeha Til Koçer û dûrxistina dergehên mirovî ji siyasetê û berjewendiyên derve, di ber çavan re were derbaskirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Nûnerê Partiya Yekitiya Demorkat a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Qehreman Hesen bang li aliyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê kir ku bi pey xeyalen dagirkeriya Tirk nekevin. Her wiha daxuyniyên endamekê ENKS'ê bi xiyaneke mezin li kurdan bi nvav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA