Ebû El-Xeyz: Dibe ku encamên lêborîna El-Herîrî xeter bin

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî got: "Dibe ku encamên lêborîna El-Herîrî li ser avakirina hikumeta Lubnanê xeter bin."

Ebû El-Xeyz: Dibe ku encamên lêborîna El-Herîrî xeter bin
15 tîrmeh, 2021   18:50
BEYRÛT

Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El-Xeyz beşdarî civîna Konseya Ewlehiyê ya li ser Lîbyayê bû û di daxuyaniyeke çapemeniyê ji New Yorkê de ku axivî û mixabiniya xwe ya mezin têkildarî biryara Seed El-Herîrî ya lêborîna li ser avakirina hikumetê de nîşan da.

Ebû El-Xeyz wiha got: "Ez texmîn dikim ku dibe ku encamên lêborîna El-Herîrî li ser pêşeroja Lubnanê xeter be. " Her wiha soz da ku dê Komkara Ereb alîkariya Lubnanê di vê rewşa hestiyar de bike.

Sekretêrê Giştî yê Komkara Erebî bang li civaka navneteweyî kir ku di vê rewşa hestiyar de alîkariya gelê Lubnanê bike û got: "Berpirsiyariya binketin û astengkirina li pêş lihevkirineke siyasî ji her kesî re eşkre ye. Tevahî siyasetmedarên Lubnanê ji rewşa Lubnanê berpirsiyar in."