Li Tebqayê têkildarî rola partî û rewşenbîran di xurtkirina aştiya navxweyî de panelek hate lidarxistin

Partiya Sûriya Pêşerojê bi hevkariya Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê panelek bi sernavê " Rola partiyên siyasî û rewşenbîran di xurtkirina têkilî û aştiya navxweyî de" li dar xist.

Li Tebqayê têkildarî rola partî û rewşenbîran di xurtkirina aştiya navxweyî de panelek hate lidarxistin
Li Tebqayê têkildarî rola partî û rewşenbîran di xurtkirina aştiya navxweyî de panelek hate lidarxistin
Li Tebqayê têkildarî rola partî û rewşenbîran di xurtkirina aştiya navxweyî de panelek hate lidarxistin
Li Tebqayê têkildarî rola partî û rewşenbîran di xurtkirina aştiya navxweyî de panelek hate lidarxistin
Li Tebqayê têkildarî rola partî û rewşenbîran di xurtkirina aştiya navxweyî de panelek hate lidarxistin
Li Tebqayê têkildarî rola partî û rewşenbîran di xurtkirina aştiya navxweyî de panelek hate lidarxistin
Li Tebqayê têkildarî rola partî û rewşenbîran di xurtkirina aştiya navxweyî de panelek hate lidarxistin
15 tîrmeh, 2021   14:50
TEBQA

Panel li navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê bi amadebûna gelek nûnerên ji partiyên siyasî, Yekitiya Rewşenbîran, şêx û rûspiyên eşîran, endamên saziyên leşkerî û sivîl û bi dehan şêniyên Tebqayê hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/07/15/134659_abrahym-alqftan.webp

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û li ser du beşan hat nîqaşkirin. Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan beşa yekemîn ji panelê bi rê ve bir û wiha got: "Divê aştiya navxweyî aktîf bibe û li gorî bingehên piraliya siyasî, ewlehî, ganatiya aborî û aştiya civakî were parastin. Her wiha divê rola eşîreyan di parastina aştî û ewlehiya civakê de hebe."

Lêkolînerê civaknas û derûnînas Dr. Ebdusemed El-Hac beşa duyemîn a panelê bi rê ve bir, tê de behsa rola partiyên siyasî bi giştî kir, her wiha behsa aktîfkirina rola rêxistinên civaka sivîl, belavkirina çanda jiyana hevbeş li gel tevahî civak û pêkhateyan kir.

Têkildarî girîngiya vê panelê û mijara aştiya navxweyî Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan wiha got: "Aştiya navxweyî damara aramiya her herêmekê ye, lê ev ne tenê di aliyekî de asê dimîne, divê di tevahî aliyên siyasî, aborî û eşîrtiyê de be."

Panel bi nîqaşên beşdaran bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pvK6I8fLz7w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>