Li Til Hemîsê bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê şahiyek hate lidarxistin

Li navçeya Til Hemîsê bi boneya nêzîbûna salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê şahiyek hate lidarxistin.

15 tîrmeh, 2021   14:23
QAMIŞLO

Şahî  ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve bi hevkariya Meclisa Navçeya Til Hemîsê ya Qamişloyê bi diruşma" Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" hate lidarxistin. Şahî bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li navenda Çandê ya Til Hemîsê hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Mihemed Xilêwî axivî û got, destkeftiyên Şoreşa 19'ê Tîrmehê berhemê fikir û felsfeya rêber Abdullah Ocalan e û got ew hêza xwe ji şehîdan digirin.

Endamê rêveber ê Têkiliyên Dîplomasî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed El-Şemerî wiha got: "Çirûska Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kobanê pêket, şervanên QSD'ê rêxistina DAIŞ’ê têk bir û berxwedana vê hêzê li tevahî cîhanê deng veda."

Endama Kongreya Star a Til Hemîsê Ezarî Feyhan wiha got: "Bi saya Şoreşa 19’ê Tîrmehê û berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xak ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin, ewlehî û aramî belav bûn."

Endamê Desteya Çand û Hunerê, helbestvan Ehmed Temir helbestek li ser serkeftinên Şoreşa 19’ê Tîrmehê xwend.

Piştre komên Şehîd Cebel Qamişlo û Şehîd Zîlan Amûdê stranên şoreşgerî gotin.

Şahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4zkvJ37Cwl4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>