El-Herîrî ji bo avakirina hikumeta Lubnanê lêborîn xwest

Seed El-Herîrî yê ji bo avakirina hikumeta Lubnanê erkedar e, piştî hevdîtina bi serokê Lubnanê Mişel Ewn re lêborîn xwest.

El-Herîrî ji bo avakirina hikumeta Lubnanê lêborîn xwest
15 tîrmeh, 2021   14:09
BEYRÛT

Seed El-Herîrî yê ji bo avakirina hikumeta Lubnanê erkedar e got: "Ez bi serokkomar re civiyam, me derbarê hikumetê de nîqaş pêk anîn, serok xwest hin guhertin çêbibin, min jî wekî guhertinên cewherî di avakirinê de bi nav kir, her wiha me mijarên girêdayî bawerî, binavkirina wezîrên xiristiyan nîqaş kirin. Diyar e ku ev helwest nayê guhertin û em nikarin li hev bikin."

El-Herîrî piştî hevdîtina bi serokkomarê Lubnanê  re ya li Beideba di civîneke çapemeniyê de got: "Min ji serok Ewn re pirsî ku heger ji bo avakirinê pêwîstiya wî hîna bi demê hebe, lê bersiv da ku diyar em li hev nakin." Her wiha got, helwesta Ewn re nayê guhertin û lihevkirin bi serok re nîne.