Lahor Şêx Cengî: Ez ê heta kongreyek din li ser wezîfeya xwe bimînim

Hevserokê YNK'ê Lahor Şêx Cengî diyar kir ku rewabûna kongreyê heye û ew ê heta kongreyek din li ser wezîfeya xwe bimîne.

Lahor Şêx Cengî: Ez ê heta kongreyek din li ser wezîfeya xwe bimînim
15 tîrmeh, 2021   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî di civîna li gel malbatên şehîdan de axivî û got: “Min rewabûn di kongreyê de wergirtine. Lewma ez ê wezîfeya xwe heta kongreyek din berdewam bikin.”

Lahor Şêx Cengî têkildarî aloziya di navbera wî û pismamê wî Bafil Talebanî de eşkere kir ku planek PDK, Tirkiye û zilamên wan ên di nava YNK’ê de ne.

Hevserokê YNK'ê Lahor Şêx Cengî diyar kir ku wê li ser rewşa rû dide helwesta eşkere bike û wê peyama wî tund be.

Hêjayî gotinê ye ku niha Bafil Talebanî xwe weke Serokê Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) pênase dike.