Dewleta Tirk a dagirker gundên Minibcê topbaran kir

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, îro bi top û hawanan gundên bakur û rojavayê bajarê Minbicê, topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Minibcê topbaran kir
15 tîrmeh, 2021   12:19
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên bakur û rojavayê bajarê Minbicê, ji gundê El-Hoşeriya bakurê rojhilatê bajêr heya gundê El-Yalinlî bakurê rojavayê Minbicê, topbaran kir.

Li gorî navenda ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundên Minbicê hedef girtin û komek çeteyên Diri El-Firat hewl da ku ber bi nuqteyên hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser xeta El-Sacûr ve werin.

Li gorî navendê, şervanên meclisa leşkerî bersiv dan û di encama şer de, 5 çeteyên Diri El-Firat hatin kuştin.

(dx)

ANHA