​​​​​​​Dewleta Tirk gundên Şêrawa û Til Rifetê bi dijwarî topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şêrawa û Til Rifetê bi dijwarî topbaran dikin.

​​​​​​​Dewleta Tirk gundên Şêrawa û Til Rifetê bi dijwarî topbaran dike
13 tîrmeh, 2021   20:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Soxanekê û derdora wê, Aqîba û Bênê yên navçeya Şêrawaya ya kantona Efrînê û gundê Dêr Cemal ê navçeya Til Rifet a Şehbayê bi obus û mûşekan topbaran dikin.

Têkildarî ziyanan heta niha agahî nehatin bidestxistin.

ANHA