Pêkhateyên Tirbespiyê: Berxwedana14'ê Tîrmehê bingeha şoreşa me ye

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê bi meşekê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Pêkhateyên Tirbespiyê: Berxwedana14'ê Tîrmehê bingeha şoreşa me ye
Pêkhateyên Tirbespiyê: Berxwedana14'ê Tîrmehê bingeha şoreşa me ye
Pêkhateyên Tirbespiyê: Berxwedana14'ê Tîrmehê bingeha şoreşa me ye
Pêkhateyên Tirbespiyê: Berxwedana14'ê Tîrmehê bingeha şoreşa me ye
Pêkhateyên Tirbespiyê: Berxwedana14'ê Tîrmehê bingeha şoreşa me ye
Pêkhateyên Tirbespiyê: Berxwedana14'ê Tîrmehê bingeha şoreşa me ye
Pêkhateyên Tirbespiyê: Berxwedana14'ê Tîrmehê bingeha şoreşa me ye
Pêkhateyên Tirbespiyê: Berxwedana14'ê Tîrmehê bingeha şoreşa me ye
Pêkhateyên Tirbespiyê: Berxwedana14'ê Tîrmehê bingeha şoreşa me ye
13 tîrmeh, 2021   17:54
QAMIŞLO

Şêniyên Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb û Suryan bi meşekê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Şêniyan ji pêşiya navenda Kongreya Star a rojavayê navçeyê dest bi meşê kir. Di meşê de wêneyên şehîdan, alên hêzên leşkerî û pankartên bi nivîsên "Bi rihê Berxwedana 14'ê Tîrmehê em berxwedana Avaşîn, Zap û Metînayê silav dikin" û "Berxwedana14'ê Tîrmehê bingeha şoreşa me ye"  hatin hildan. Her wiha diruşmeyên silavkirina berxwedanê hatin berzkirin.

Meş li gel girtina hemû dikanan, di kolanên sereke re derbas bû û li ber navenda ciwnan veguherî mîtîngê. Ji rêveberên PYD'ê yên navçeya Tirbespiyê Fesîh Hisên got: "Berxwedana zindanan ji cîhanê re îsbat kir ku gelê kurdî zilmê qebûl nake û serî ji siyasetên qirkirinê re danaxe. Ev berxwedanî nameyeke têkoşîna gelan a li dijî dagirkeriyê ye."

Fesîh Hisên anî ziman ku encamên Berxwedana 14'ê Tîrmehê li erdê pêk hat û wiha domand: "Gelê kurd û gelên din ên azadîxwaz karibûn ku bibin dengvedana dengê azadiyê û li hemberî siyasetên ku hewl didin îradeya gelan bişkîne sekinin."

Bi navê eşîrên Ereb Hikumet Hebîb anî ziman ku Berxewdana 14'ê Tîrmehê ne çirûska şoreşa gelê Kurd tenê bû, di heman demê de pêngava şoreşa azadî û rûmetê ya gelên azadîxwaz û têkoşer di nav de gelê Ereb bû ku ji ber siyasetên partiyên baasî û yên paşverû azar dîtin.

Hebîb bang li pêkhateyan kir ku mil bi mil li hemberî siyasetên qirkirinê bisekinin.

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi dawî bû.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DxvgLOe7oYI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>