Li Qamişloyê li dijî qetilkirina jinan çalakiyeke bêdeng

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan, Komeleya Sawişka û Tora Fermandarên Jin ên Aştiyê li dijî qetilkirin û tundiya li ser jinan çalakiyek bêdeng li bajarê Qamişlo li dar xist.

Li Qamişloyê li dijî qetilkirina jinan çalakiyeke bêdeng
Li Qamişloyê li dijî qetilkirina jinan çalakiyeke bêdeng
Li Qamişloyê li dijî qetilkirina jinan çalakiyeke bêdeng
Li Qamişloyê li dijî qetilkirina jinan çalakiyeke bêdeng
Li Qamişloyê li dijî qetilkirina jinan çalakiyeke bêdeng
Li Qamişloyê li dijî qetilkirina jinan çalakiyeke bêdeng
Li Qamişloyê li dijî qetilkirina jinan çalakiyeke bêdeng
13 tîrmeh, 2021   19:11
QAMIŞLO

Bi dehan jin, di nav de endamên Hêzên Asayîşê bi cilên spî yên bi nivîsa "J tundiyê re na" li ber avahiya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo kom bûn û qetilkirina jinan a bi navê "Sûcê şerefê" şermezar kir.

Di çalakiyê de pankartên "Jin, jiyan, azadî", "Ji qetilkirina jinan re na", "Civaka ku jin tê de werin qetilkirin azad nabe", "Ji tundiya li ser jinan re na", "Tundiya li ser jinan rawestînin", Bêdengiya li hemberî kuştin, beşdarbûna sûcê ye" û wêneyên zarokên ku li Hesekê û Reqayê hatin qetilkirin, hatin hildan.

Her wiha li dîwarê avahiya şaredariyê pankartên wekî "Xwekuştin lawazî, çokşikandin, revî û îhanet e" û "Xwe nekuştiye we ew kuştiye" hatin daliqandin.

Rêvebera Nivîsgeha Qanûnî ya Rêxistina Sara Arzû Temo axivî û got: "Di dema dawî de du zarokên keç hatin qetilkirin. Li ser vî esasî me gelek çalakî li dar xistin. Em ê pêngaveke bêsînor li dar bixin heta ku sûcên li dijî jinan bi dawî bikin. Ev çalakiya bêdeng piştî qetilkirina jinan bi destê zilaman de hate lidarxistin, em ê her hefeteyê çalakiyan li dar bixin."

Arzû Temo di dawiyê de got: "Çalakiya me ya bêdeng bersiva li hemberî civakê ye ku dixwaze jinan bêdeng bike heta ku tundî li ser wê were kirin jî dengê xwe neke. Heger dengê xwe bike jî tê qetilkirin."

Arzû bang li Rêveberiya Xweser kir ku qatilkên her du zarokan muhasebe bikin û cezayên tundî li wan bibirin.

ANHA