​​​​​​​Di teqîna li Efrînê de 3 çete hatin kuştin

Hate ragihandin ku di teqîna ku beriya çend saetan li bajarê Efrînê pêk hatî de 3 çete hatin kuştin.

​​​​​​​Di teqîna li Efrînê de 3 çete hatin kuştin
13 tîrmeh, 2021   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên piştî nîvro de li ser rêya di navbera navçeyên Raco û Bilbilê de, nêzî gundê Elemdar ê Racoyê teqîneke pê hat.

Li gorî çavkaniyên xwecihî ji Racoyê, di teqînê de 3 çeteyên "Lîwa Sutlan Mihemed El-Fatih" yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

ANHA