`Dewleta Tirk oposîzyon veguherand komên çete`

Meclisa Pariya Sûriyê Pêşerojê ya gundewarên Babê der barê hedefgirtina rojhilatê gundewarê Babê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk çeteyan ji bo dagirkirina herêmên Sûriyê bi kar tîne..

`Dewleta Tirk oposîzyon veguherand komên çete`
13 tîrmeh, 2021   12:42
MINBIC

Cîgira serokatiya Partiya Sûriyê Pêşerojê ya gundewarên Babê Meysa El-Salih daxuyanî xwend. Şêniyên gundewarê Babê û Minbicê û endamên partiyê li bajarokê El-Erîme yê rojhilatê gundewarê Babê kom bûn û tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Meclisa partiyê di daxuyaniyê de bal kişand ser rola neyînî ya dewleta Tirk ku di aloziya Sûriyê de listiye  û di encamê de şoreşa Sûriyê ji reya xwe derket, piştî kiu oposîzyonê xwe radestî dewleta Tirk kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ji ber mudaxeleyên dewletên herêmî û yên navneteweyî di Sûriyê de di sêrî de dewleta Tirk, DAIŞ'ê derket û erdnîgariya Sûriyê wêran kir. Her wiha di encamê de oposîzyon veguherî ku komên çete ku nûnertiya berjewendî û hêviyên gelê Sûriyê nake.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev komên çete di destê dewleta Tirk de bûn amûr û li Ermenistanê, Azerbeycanê û Lîbyayê, li şûna dewleta Tirk şer kirin û berjewendiyên wê pêk anîn.

Di dawiya daxuyaniyê de gef û sûcên ku li dijî herêmê pêk tîn, hedefgirtina gundên rizgarkirî hatin şermezarkirin û hat piştrastkirin ku gelê herêmê piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Babê dikin ji ber ku ev hêz ji bo herêmê hêviya yekane ye.

(şx)

ANHA