'Berxwedana 14'ê Tîrmehê deriyê serkeftinê vekir'

Xerîb Hiso îro di civînek ku li navçeya Çilaxa hate lidarxistin, destnîşan kir ku berxwedana 14'ê Tîrmehê deriyê serkeftinê vekir.

'Berxwedana 14'ê Tîrmehê deriyê serkeftinê vekir'
13 tîrmeh, 2021   12:29
QAMIŞLO

Bi nêzikbûna salvegera berxwedana 14'ê Tîrmehê ya li zindana Amedê, şêniyên navçeya Çilaxa şehîdên berxwedana zindanê bi civînekê bi bîr anîn û piştrast kirin ku ew dê rêya şehîdan bişopînin heta ku jiyanek azad û demokrat pêk bînin.

Civîn li hola navenda çandê ya herêma El-Înaş ya girêdayîa navçeyê hat lidarxistin. Di civînê de Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso got:"Dewleta Tirk hê jî hewl dide ku xewen  û xeyalên pêşiyên xwe yên Osmaniyan pêk bînin ku hegomoniya xwe fereh bike, herêmên din dagir bikr û gelên azadîxwaz dagir bike."

/kr/uploads/files/2021/07/13/123210_dsc_0104.webp

Hiso da zanîn ku 14'ê Tîrmehê ya li zindana Amedê  û grava birçîbûnê, ji bo dewleta Tirk peyamek ku gelên têkoşerên bê li hember siyasetên dijmanahî bêdeng nemînin.

Hiso diyar kir ku berxwedana zindanan deriyê serkeftin, azadî û demokratî vekir, her wiha sekina şehîdan li dijî dewleta Tirk hişt ku tevahî çînên gelên têkoşer li dijî siyaseta dewleta Tirk bisekinin.

Hiso piştrast kir ku bi saya berxwedana 14'ê Tîrmehê û hevgirtina pêkhateyan li hember tevahî siyaset û êrişên ku destkeftiyên herêmê derbe dike û şêniyan koçber dike, hişt ku çirûska şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ronî bibe.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CUVpQxpuK48" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>