​​​​​​​Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan: Berxwedana me berdewam e

Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê soza berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina Efrînê nû kir. Her wiha bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şermezar kir.

​​​​​​​Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan: Berxwedana me berdewam e
13 tîrmeh, 2021   09:48
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker yekşema borî bi balafireke bêpîlot navenda navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê hedef girt, di encamê de 5 sivîlên ji Efrînê û di nav de zarokekî 5 salî birîndar bûn.

Bi dehan dayik, hevjîn û xwişkên şehîdan li goristana Şehîdên Til Rifetê ya li navçeya Fafînê kom bûn. Jinan alên Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin.

li wê derê daxuyaniyek ji raya giştî re hate dayîn û sûcên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin û wiha hate gotin: "Dewleta Tirk bi îsrar e ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike û projeyên xwe yên dijminahiyê pêk bîne."

Endama rêveberiya Meclisa Jinan Menal Şêxo û endama meclisê Ofê Mihemed daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Piştî dagirkirina bajarê Efrînê û koçberiya xelkê ji bo herêma Şehbayê, herêm rojane bi hemû cureyên çekan tê hedefgirtin. Gelê koçber ê li kampan û malên nîvrûxandî bu cih bûne, tên hedefgirtin. Ruxmî dorpêça ji hemû aliyan ve li ser herêmê û di nava şert û mercên dijwar de, dagirkeriya Tirk dixwaze herêmên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û projeyên xwe yên mêtîngeriyê wekî Mîsaqa Millî pêk bîne.”

Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî û nixumandina sûcên ku hikumeta AKP`ê li pêş çavên hêzên li herêmê wekî Rûsya û Îranê pêk tîne, hate şermezarkirin.

Meclisa Jinan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser topbarana bêserûber a li dijî navçeya Til Rifetê û wiha got: “Topbarana dagirkeran cudahiyê naxe navbera jin, zarok û kesên temenmezinan. Rewşeke tevlîheviyê di navbera koçberan de derdixe û rewşa nexweşan û rewşa derûnî û civakî ku bandorê li koçber dike, di ber çavan re nagire.”

Di dawiyê de hate gotin ku ew ê berxwedana li dijî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê heta rizgarkirin û vegera li Efrînê, dewam bikin.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana Serdemê û berxwedana jinan li hemberî dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kiwkU5W8rRI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>