Şehîd Mehmûd Mihemed El-Hisên li Minbicê hate oxirkirin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Mehmûd Mihemed El-Hisên bi merasîmekê hate veşartin.

Şehîd Mehmûd Mihemed El-Hisên li Minbicê hate oxirkirin
Şehîd Mehmûd Mihemed El-Hisên li Minbicê hate oxirkirin
Şehîd Mehmûd Mihemed El-Hisên li Minbicê hate oxirkirin
Şehîd Mehmûd Mihemed El-Hisên li Minbicê hate oxirkirin
Şehîd Mehmûd Mihemed El-Hisên li Minbicê hate oxirkirin
Şehîd Mehmûd Mihemed El-Hisên li Minbicê hate oxirkirin
Şehîd Mehmûd Mihemed El-Hisên li Minbicê hate oxirkirin
Şehîd Mehmûd Mihemed El-Hisên li Minbicê hate oxirkirin
12 tîrmeh, 2021   17:34
MINBIC

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Mehmûd Mihemed El-Hisên îro (Duşemê) dema ku li ser peywira xwe bû şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û gudewarên wê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Mehmûd Mihemed El-Hisên spart axê.

Şêniyan cenzeyê şehîd ji ber nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana Şehîdan a rojavayê bajar ve çûn.

/kr/uploads/files/2021/07/12/173938_-.webp

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir. Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Cîhan Mistefa axivî û got: "Şehîd can û rihê xwe dan da ku ev welat bimîne û gel bi ewlehî bijî. Em soz didin vî rihê pak û zelal ku em ê heta pêkanîna armancên şehîdan a misogerkirina aramî û ewlehiya welat, li ber xwe bidin."

/kr/uploads/files/2021/07/12/174002_-.webp

Dûvre endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Kefaa El-Elî  sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Nûra El-Hamid bi navê Rêveberiya Sivîl a Minbicê axivî û ev xal rêz kirin:"Şehîd ji bo welat û avakirina civakeke demokrat jiyana xwe feda kir, şehîdan bi rihên xwe efsaneyên lehengiyê nivîsandin da ku em bi rûmetî û serbilindî li welatê xwe bijîn."

/kr/uploads/files/2021/07/12/174019_-.webp

Piştî axaftin bi dawî bû endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Şêx nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir, paşê cenaze di nava slogan û tililiyên dayikan hate veşartin.

(eh)

ANHA