Yekîneyên Antî-Teror li Şedadê 3 çeteyên DAIŞ`ê girtin

Yekîneyên Antî-Teror yên QSD`ê 3 çeteyên DAIŞ`ê ku tevgera şaneyên veşartî hêsan dikirin, girtin û miqdareke pêdiviyên leşkerî û belgeyên bi wan re desteser kirin.

Yekîneyên Antî-Teror li Şedadê 3 çeteyên DAIŞ`ê girtin
12 tîrmeh, 2021   11:40
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî agahiyên li ser operasyona girtina her sê çeteyan, parve kir.

Li gorî agahiyan, Yeknîneyên Antî-Teror (YAT) li herêma Ebdan a navçeya Şedadê ya gundewarê başûrê Hesekê operasyoneke ewlehiyê pêk anî. Di operasyonê de 3 çeteyên DAIŞ`ê ku karê şaneyên veşartî hêsan dikirin û destê wan di bombekirina wesayitan û amadekirina mayînan hebû, hatin girtin.

QSD`ê da zanîn ku operasyona bi destekdayîna Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê pêk hatiye û tê de miqdareke pêdiviyên leşkerî û belgeyên bi çeteyan re hatine desteserkirin.

(cx)