Komîteya Jinan a Dêrazorê: Sûcên qetilkirina jinan li dijî rêgezên mirovahiyê ye

Jinên Dêrazorê sûcên qetilkirina Aye û Eyde şermezar kir û anîn ziman ku ev kiryar li dijî rêgezên mirovahiyê ye.

Komîteya Jinan a Dêrazorê: Sûcên qetilkirina jinan li dijî rêgezên mirovahiyê ye
12 tîrmeh, 2021   11:40
DÊRAZOR

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku sûcên qetilkirina Aye û Eyde ji aliyên malbatên wan ve têne şermezarkirin de, Komîteya Jinan a herêma rojhikatê Dêrazorê, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Herêma El-Kişim Zehiye El-Şihazê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: " Bi navê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet jinên herêma rojhilat û bi navê meclisa kantonê ya xeta rojhilat, saziyên herêmî û saziyê girêdayî Rêveberiya Xweser, îro em li vir kom bûn da ku sûcên hov şermezar bikin".

Di daxuyaniyê de bang li aliyên berpirs, rêxistinên mirovahî, navneteweyî hate kirin ku kesên ku ev sûc pêk anîne, werin cezakirin û wiha hate gotin:"Ev sûcên ku li dijî jinan tên meşandin, armanc jê ku vîna jinan bişkînin."

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/M27zs0wbvtA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>